Çalakiya kon a li dijî tecrîdê ya li Qamişlo didome

Şêniyên Til Koçer û Çilaxa serdana konê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji aliyê Kongreya Star ve hatibû destpêkirin, kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd de gel tê cezakirin.

Şêniyên navçeyên Til Koçer û Çilaxa tevlî çalakiya konvedanê bûn ku ji aliyê Kongreya Star ve li Parka Arî ya Qamişloyê tê lidarxistin.

Di çalakiyê de endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Pêşeroj Cewherî axivî û diyar kir ku dewletên desthildar li herêmê naxwazin guhertineke demokratîk çêbe û wiha domand: "Ji ber vê yekê gelek pirsgirêk li Sûriyê û Iraqê derdikevin û hîn jî pirsgirêk berdewam in.  Her wiha ji ber ku naxwazin tu guhertinekê bikin heta niha jî gelên herêmê êşê dikêşin."

Cewherî da xuyakirin ku ew hemû êş û azar ji bermahiyên dagirkeran li herêmê mane, her wiha dagirkeran çanda di navbera gelan de têk bir û got: “Fikirên Rêber Ocalan li ser bingehên çanda pêkhateyên herêmê hatiye avakirin."

Cewherî diyar kir ku hêzên komploger di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hewl didin gelên Rojhilata Navîn dadgeh dikin.

Piştre endamê meclîsa navçeya Til Koçerê Newaf Xedan axivî û xuya kir ku ew bi yekdengî bi hemû pêkhateyên herêmê re kiryarên terorî yên dewleta Tirk ên li ser ne zelalnekirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Endama Kongreya Star a navçeya Til Koçerê Emel Celûd jî axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza pêkanîna hevdîtina parêzeran bi Ocalan re kir.

Çalakiya konvedanê wdê heta 28`ê Adarê dewam bike.