Li Til Temir 3 çete hatin kuştin
Dewleta Tikr û çeteyên wê êrîş birin ser gundên Til Temir, di şer de 3 çete hatin kuştin.
Dewleta Tikr û çeteyên wê êrîş birin ser gundên Til Temir, di şer de 3 çete hatin kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şevê dî bi çekên giran êrîş birin ser gundên Rihaniyê û Dîrdara yên Til Temir. Meclîsa Leşkerî ya Til Temir bersiveke tund da êrîşên dagirker.
Di şer de 3 çeteyên bi ser dewleta Tirk ve hatin kuştin, wesayiteke leşkerî kete halê ku nema dikare were bikaranîn.