Bîlançoya operasyona Holê: 5 jê serçeteyên şaneyan 53 DAÎŞ'î hatin girtin

Li gorî bîlançoya 3 rojan a operasyona Kampa Holê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê meşandin, 53 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 3'an a Operasyona Ewlekarî û Mirovî de ya li Kampa Holê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen ve hate xwendin. Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Gabrîel Kîno, Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Meclîsa Herêma Cizîrê Ewînar Dêrik di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Li ser esasê erka me ya mirovî, qanûnî û exlaqî, hêzên me di 28'ê Adarê de bi desteka QSD, YPG û YPJ'ê li Kampa Holê Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê' dan destpêkirin. Operasyon piştî ku gelek şêniyên kampê ji aliyê şane û endamên DAÎŞ'ê yên li kampê veşartî ve hatin kuştin, her wiha piştî hewldanên çeteyan ên belavkirina fikrê terorîst û tundraw di nava zoarkên biçûk de, hat destpêkirin.

Piştî du rojan ji destpêkirina operasyonê em teqez dikin ku em pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin. Hêzên me di operasyonê de li gorî pîvanên mirovî tevdigerin. Di du rojên bihurî de û heta niha 53 çeteyên DAÎŞ'ê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.

Niha, em ji we re teqez dikin ku zêdetirî 5 hezar endamên me yên beşdarî operasyonê bûne, bi ruhekî berpirsiyar kar bikin da ku aramî û ewlehiyê ji şêniyên kampê û bi taybetî ji zarokan re vegerînin û wan ji xeteriya fikrên terorîst rizgar bikin.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em teqez dikin ku heta tunekirina terorîstan li kampê, wê operasyona me dewam bike. Em destnîşan dikin ku Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê' di roja sêyemîn de bêyî astengî yan pirsgirêk ku bibin sedema derengmayîna operasyonê, bi rêve diçe."