Li kampa Holê 'operasyona mirovî û ewlehiyê'

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê ya Hesekê, li dijî hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirên ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kampa Holê li dijî hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Hêzên QSD, YPG, YPJ, Hêzên Antî Terorê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê jî piştgiriyê didin operasyonê.

Bi giştî 5 hezar personelên ewlekariyê tevlî operasyonê bûn. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî piştgiriya hewayî û îstîxbaratî didin operasyonê.

Li Kampa Holê ku bi 45 kîlometreyan li rojhilatê Hesekê ye, zêdeyî 60 hezar kes hene ku piraniya wan malbatên DAÎŞ'iyan e. Tê payin ku operasyon çend rojan dewam bike.