Operasyona li Kampa Holê: 4 jê payebilind 23 çete hatin girtin

Di operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku li Kampa Holê tê meşandin, 4 jê payebilind 23 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Operasyona "Ewlehî û Mirovî" ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 28'ê Adarê li Kampa Holê dest pê kir, di roja duyemîn de ye.

Heta niha di operasyonê de 4 jê payebilind 23 çete ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Di nava yên hatine girtin de Ebû Ekrem Haşîm Şîlal ê ji karên leşkerî yên li kampê berpirsyar, Ebû Mûhammed Akîl Resmîl Huseyîn ê ji rêxistinbûnê berpirsyar û yek ji berpirsyarên koma bi navê Ûsame Mersûl Samî Mûhammed û birayê wî Selam Samî Mûhammed jî hene.