Li Idlibê hêzên Şamê û çeteyên Enqereyê bi hev ketin

Li başûrê Idlibê di navbera hêzên ser bi hikumeta Şamê û komên çete yên dewleta Tirk şer qewimî.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, şva Pêncşemê li başûrê Idlibê li gundên Sifohinê, Fetîra, Bare û Filêfilê şer qewimî.

Hate ragihandin ku her du aliyan li bakurê Hamayê jî li derdora Ûmqiyê ya Sehil Xabê bombe li kozikên hev barandine.

Li gorî saziya çavdêriyê, hêzên hikumeta Şamê li rojavayê helebê jî herêmên Kefer Emme û derdora Qilêdîn û Enkawî yên Sehil Xabê bombe kirine.