Meclîsa Leşkerî ya Til Temir: Êrîş hatin têkbirin

Meclîsa Leşkerî ya Til Temir ragihand ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser gundên Til El Leben û Gozeliyê hatin têkbirin.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên navçeya Til Temirê û şerê qewimî daxuyaniyek da.

Meclîsê li ser mijarê ev agahî da: “Çeteyên dagirker di 24`ê Adarê de xwest êrîşî gundên Til El-Leben û Gozeliyê yên navçeya Til Temirê bikin. Di encama bersivdayîna şervanên me de şer qewimîn. Di wî şerî de 4 çete birîndar bûn û hejmara kuştiyan nehat zelalkirin. Her wiha dozerek a çeteyan hat rûxandin.”

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir kudi heman demê de çeteyên dagirker herêm bi çekên giran topbaran kir û cihên sivîlan hatin hedefgirtin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja 25`ê Adarê, çeteyan careke din xwest êrîş bikin. Ev êrîş jî hat têkbirin. Di şer de 5 çete birîndar bûn. Her wiha dozerek hat rûxandin û wesayîteke leşkerî jî hat derbkirin. Di heman demê de çeteyên dagirker herêm bi dijwarî topbaran kir.”