Operasyona li Holê didome: 9 kes hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariyê Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê sibehê li Kampa Holê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek dabûn destpêkirin. Hêzên Ewlekariyê Hundirîn diyar kirin ku endamên çeteyên DAÎŞ’ê jî di nav de wan 9 kes destgîr kirine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê têkildarî oprerasyona bi navê ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ ya serê vê sibehê li kampa Holê dest pê kiribû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro (28'ê Adarê) saet di 04.00'an de hêzên me operasyoneke berfireh bi navê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin. Di vê operasyonê de ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya hêzên QSD, YPG, YPJ'ê pêk tê ve, bi giştî 5 hezar hêzên ewlehiyê beşdar bûn.”

‘9 KES HATIN DESTGÎRKIRIN’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 9 kesên navên wan di lîsteya lêgerînê de bûn, hatine destgîrkirin û wiha hate gotin: “Vê operasyonê roja xwe ya destpêkê li gorî plansaziyê derbas kir ku bi armanca paqijkirina şaneyên DAIŞ'ê yên li kampa Holê û paqijkirina kampê ji çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir. Di roja destpêkê de 9 kes hatin destgîrkirin ku di nav de kesên bi endamtiya DAIŞ'ê tên tawanbarkirin jî hene ku navên wan di lîsteya lêgerînê de bûn.

Di nava kesên hatin girtin de çeteyekî bi nasnav Ebû Seed El-Iraqî jî heye ku demeke dirêj ji  bo DAIŞ'ê endam kom dikirin.

OPERASYON WÊ BIDOME

Di çarçoveya vê operasyonê de li taxên ku xebatên lêgerîn û teftîşê hatin kirin, serjimêrî hat kirin û şêniyên taxên kampê yên ku xebatên lêgerînê lê bi dawî bûn, dîsa hatin bicihkirin.

Ji bo ku ev operasyon bê kêmasî pêk were, hem ji aliyê hêzên me yên asayîşê ve û hem jî ji aliyê Rêveberiya Xweser û saziyên alîkariyê ve kar û barên mirovî yên pêwîst bê navber pêk hatin. Operasyona me dê bidome.”