Operasyona li Holê derbasî beşa 5’an bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya operasyona 28’ê Adarê li Kampa Holê dabû destpêkirin, li beşa 4’an qediya derbasî beşa 5’an bû.

‘Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê’ ku li Kampa Holê nêzî 60 hezar kes lê hatine bicihkirin û weke yek ji kampên herî xeternak e, di roja 4’an de didome.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi vê oparasyonê armanc dike ku welatiyên li Kampa Holê ji hucreyên DAÎŞ’ê rizgar bike û bi ewle bike.

Operasyona li beşa 4’an dewam dike, li gorî saeta herêmî saet 15:00’an bi dawî bû. Di operasyona vê beşê de 1700 kon hatin kontrolkirin.

Ji bo li beşa 5’an operasyon destpê bike, tevger destpê kir.

Di nava 3 rojan de li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 jê serçete bi giştî 53 çee hatin girtin. Hêzên Ewlekariyê daxuyanî dabû û gotibû: “Hema demê gelek televon û kompîterên li ser şaneyên terorîstan ketine dest.” Bîlançoya roja 4’an hê nehatiye eşkerekirin.