Nûrî Mehmûd: Em dixwazin dawî li zîhniyeta DAÎŞ'ê bînin

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd: Li ser agahiya têkildarî hebûna gelek mirovên xetere li Kampa Holê operasyonê dest pê kir. Cihê terorîstan hate tespîtkirin. Operasyon wê nêzî 15 rojan dewam bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 28'ê Adarê li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê bi navê 'Operasyona Ewlekarî û Mirovî' dest bi operasyoneke berfireh kirin. Hêzên QSD, YPG û YPJ jî piştgiriyê didin operasyonê.

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, naverok, çarçove û encamên operasyona li Kampa Holê ji ANF'ê re nirxand.

Naveroka û çarçoveya vê operasyona berfireh a li dijî DAÎŞ'ê ya li Kampa Holê çi ye?

Kampa Holê demeke dirêj e ava bûye. Piraniya wan ji herêmên Baxoz û Hecînê malbatên DAÎŞ'iyan li kampê dimînin. Li vir jî zîhniyeta DAÎŞ'ê dewam dike. Di heman demê de li nava kampê şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê hene. Li kampê piraniya wan zarok, sivîl dimînin. DAÎŞ'î bandorê li zarokên li kampê dikin. Eger ev rewş bi vî rengî dewam bike, dema bê metirsî heye ku kesên 'terorîst' bên afirandin. Em operasyonê li dijî yên ku li kampê karên 'terorê' dikin, dimeşînin. Li kampê mehkemeyê çêdikin. Ev jî metirsiyeke li ser şêniyên kampê. Fikaran çêdike ku ji vir 'teror' ber bi derve ve belav bibe. Di nava vê salê de 47 kes bi rê û rêbazên cuda (çek, kêr, hwd.) hatin qetilkirin. Ev operasyon li dijî kesên metirsîdar tê kirin. Di heman demê de ji bo qedandina bandora zîhniyeta DAÎŞ'ê ya li ser civakê ye. Ya esasî, em dixwazin malbatên DAÎŞ'î ji wê zîhniyetê rizgar bikin. Armanca me ev e û operasyon di vê çarçoveyê de tê kirin.

Hûn li benda encameke çawa ne û YPG di kîjan asta vê operasyonê de ye?

Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê gelek kesên metirsîdar hene. Hêzên Ewlekariya Hundirî di vê çarçoveyê de dest bi operasyonekê kir. Hêzên QSD, YPG û YPJ'ê jî piştgiriya operasyonê dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn il nava kampê kar dikin. Dema ku rewşek biqewime ku pêwîstî bi destwerdana me çêbibe, hêzên me wê bibin alîkar.

Hêzên ewlekariyê heta astekê xwedî agahî ne. Hêzên me yên QSD, YPG û YPJ'ê jî bi heman rengî xwedî agahiyan e. Li gorî agahiyên gihîştin me, me cihê terorîstan tespît kirin. Heta ku ji destê me tê em ê hewl bidin sivîlan û zarokan ji van rizgar bikin. Em ê bikin ku ji bin bandora wan derkevin. Em ê hewl bidin di nava 15 rojan de vê operasyonê biqedînin.

Kampa Holê bi qasî ku kampeke, her wiha weke girtîgehekê jî tê dîtin ku malbatên DAÎŞ'î lê ne. Her tim tê gotin ku kamp ji bo herêmê metirsîdar e, lê belê hîn jî çareseriyek nehatiye peydakirin. Gelo kî ji vê berpirsyar e û ji bo çareseriyê divê çi bê kirin?

Kampa Holê girtîgehek nîne. Saziyên navneteweyî û çapemeniya cîhanê hemû serdana wê dikin. Kampa Holê di nava sîstema hiqûqê ya navneteweyî de ye. Ji ber ku piraniyan şêniyên kampê biyanî ne. Ji sedî 60 heta 80'î Sûriyeyî nîne, biyanî ne. Rewşa van di hiqûqa navneteweyî de ne diyar e û bi van kesan re zîhniyeteke metirsîdar heye. Tedbîrên xurt ên ewlekariyê tên wergirtin. Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser, pêwîstiyên jiyanî ji bo şêniyên kampê têne peydakirin. Ev yek ji bo Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariyê yên li ber kampê ne, barekî giran e.

Lê belê cîhan bi berpirsyariya xwe ranabe, ev bar li ser milê Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariyê û me ma. Mirovên li vê derê bi nexweşiyên psîkolojîk in, pêwîstiya wan bi perwerdeya civakî heye. Li gorî wan, yên ku ne ji nêrîna wan e divê bimirin. Ji bo ev metirsî ji holê bê rakirin, pêwîstî bi hêzeke mezin heye. Divê ev potansiyela xeteriyê û zîhniyeta wê ji holê bê rakirin. Ne wijdanî ye ku ev bar tenê li ser milê Rêveberiya Xweser û hêzên QSD, YPG û YPJ'ê bê hiştin. Her wiha divê cîhan çareseriyekê ji vê rewşê re bibîne. Cîhan pê zane ku ev kamp ji bo cîhanê metirsîdar e. Tevî ku sivîl in ev zîhniyeta wan dibe sedema metirsiyê. Bi heman rengî tedbîrên cidî wernegirtine. Yan jî berpirsyariya xwe bi cih neanîne. Ya jî hiqûqa cîhanê nehatiye bikaranîn.

Tê gotin ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê jî piştgiriya vê operasyonê dike. Gelo ev yek ji bo darizandina DAÎŞ'iyan dikare bibe gavek?

Pêvajoya DAÎŞ'ê beriya demeke dirêj dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de terorîstên ji dehan welatên navneteweyî hatin girtin. Van ne tenê li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha li tevahiya cîhanê sûc kirin. Ji bo ev kes di çarçoveya hiqûqê de bên darizandin welatên cîhanê heta niha berpirsyariya xwe bi cih neanîne. Ev bar tenê li ser milê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye hiştin. Bi vê wesîleyê em bang dikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de pêvajoya darizandina van kesan dest pê bike.