Li Holê bi operasyoneke taybet serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin

Operasyona li Kampa Holê ya li dijî şaneyên DAÎŞ'ê di roja çaran de ye. Bi operasyoneke taybet a Yekîneyên Antî Terorê (YAT) 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Operasyona ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn 28'ê Adarê li Kampa Holê da destpêkirin di roja 4'an de ye.

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li ser agahiyekê sibeha Pêncşemê li kampê operasyoneke taybet kirin.

Di operasyonê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku yek ji wan serçete ye.

Kampa Holê weke yek ji deverên herî metirsîdar ên cîhanê tê dîtin. Zêdeyî 60 hezar kes li vê kampê dimînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ'ê çar roj in operasyonê dimeşînin ji bo kampê ewle bikin.

Heta niha li sê beşên kampê karê lêgerîn û kontrolkirinê qediya ye. Di nava sê rojên destpêkê de 53 çete hatin girtin ku 5 ji wan berpirsyarên şaneyan bûn. Hêzên Ewlekariyê her wiha ragihandibûn ku wan gelek telefon û kompûter bi dest xistine ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan lê hene.

Di lêgerînan de tunelek, kêr û malzemeyên leşkerî yên çeteyên DAÎŞ'ê hatin dîtin.

Li kampê her wiha tespît nasnameyê jî tê kirin. Heta niha herî kêm 11 hezar û 747 kes tespîta nasnameya wan hatiye kirin. Operasyon di rewşa heyî de li beşa çaremîn a kampê dewam dike.