Erdheja 6'ê Sibatê ya li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandora herî giran li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir. Li vê herêmê 6 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn. Her wiha xisareke mezin li mal û avahiyên taxan bûn. Ji ber vê karesatê bi hezaran mirov neçar man ji cih û warê xwe bibin û xwe li herêma Şehbayê ya dorpêçkirî girtin.
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Emîn Elîko destpêkê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got, "Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê qewimî bandor li Sûriyeyê jî kir. Zerareke mezin da taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn. Bi hezaran mirovên ji vê herêmê ji neçarî berê xwe dan kampan. Her wiha ji ber şerê giran ê li vê herêmê ku beriya niha bi salan dewam kir, avahiyan zerareke mezin dîtin. Lewma erdhejê bandoreke giran li herêmê kir. Lewma hemû komîteyên xizmetguzariyê û komun bi derfetên kêm jî be li kêleka gelê xwe ne û alîkariyê bi wan re dikin."
Emîn Elîko anî ziman ku heta niha kesî, ti hêzê alîkarî bi van herdu taxên Helebê re nekiriye, tenê Heyva Sor a Kurd alîkariyê dide.
Rêveberê PYD'ê got, "Tûgaya Çaremîn a girêdayî hikumeta Şamê hîn jî herdu tax dorpêç kiriye. Rêveberiya Xweser jî ragihand ku madeyên sotemeniyê û alîkarî ji bo gel şandine lê tiştê ku dewleta Tirk li navçeya Cindrêsê ya Efrînê dike û nahêlê kes bikeve navçeyê, tûgaya girêdayî hikumeta Şamê jî bi heman rengî nahêle alîkarî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Her wiha nêzîkatiyên tîmên rizgarkirinê yên li navçeya Cindrêsê nêzîkatiyeke nijadperestî bû ku malbatên Ereb ji bin enqaza derdixistin û yên Kurd di binê wan enqaza de dihiştin. Li aliyê din tiştên ku tûgaya çaremîn li ser herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike, şermeke mezin e ji bo civakên navneteweyî û rêxstinên mirovî ên navneteweyî."
Emîn Elîko bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir û got, "Zêdeyî 300 hezar kes li van taxan dimînin. Îro hikumeta Şamê dorpêçê li ser vî gelî ferz dike. Lewma divê hemû rêxistinên navneteweyî xwe li hember vê yekê berpirsyar bibînin"
Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko destnîşan kir ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê encama sîstemeke desthilatdar e û got, "Tevî ku erdhej qewimî jî dewleta Tirk bi balafirên bêmirov bombeyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne. Her wiha em careke din dibêjin ku heta vê deqê tu alîkarî ji tu aliyê ve derbasî taxê nebûye û alîkariya ku tê dayîn ji aliyê rêveberiya herêmî ên taxê ve tê dayîn."