ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Kobanê hatin bibîranîn
Şêniyên Kobanê di salvegera 8`emîn a serkeftina berxwedana Kobanê de li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê şehîdên meha Çileyê, bi bîr anîn. -
Di Pêngava Tolhildanê de 25 çete hatin girtin
Roja duduyan a Pêngava Hilanîna Tola Şehîdên Reqayê, 25 çeteyên DAÎŞ’ê li navçeya Sirîn a Kobanê hatin girtin. -
YPG: Em ê bi ruhê berxwedanê yê Kobanê mizgîniya azadiyê bidin
YPG'ê salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAÎŞ'ê silav kir û got, "Ji bo paşerojeke azad em ê li ber xwe bidin." -
Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê: 68 çete hatin girtin
QSD'ê ragihand ku di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 68 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin. -
Meclîsa Malbatên Şehîdan salvegera rizgariya Kobanê pîroz kir
Meclîsa Malbatên Şehîdan: Di 26’ê Çileyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) mizgîniya rizgarkirina Kobanê dan. Ev mizgînî bû çirûska bidawîbûna DAÎŞ’ê. -
Li Efrînê kesek hate revandin
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din revand. -
Bajarê ku neket, lê xist: Kobanê -l-
Kobanê serketineke derveyî sînor e ku bi berxwedana 12 Kurdan dest pê kir û çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêda. Ji roja yekem heta Serketina Kobanê ya dîrokî, ji 'Doza Kobanê' heta rêxistinên sîxur û gefên êrîşê çi qewimî... -
Kobanê neket, lê xist
Li keleha berxwedanê, li Kobanê hovîtiya DAÎŞ'ê bi dawî bû. Çeteyên herî xetere bi îradeya lehengan tune bûn. Ev xak bi saya zarokên vî gelî rizgar bû. Li her kolaneke Kobanê şopa lehengan heye. -
Ebdurehman Hisên Hesam li Dêrikê hate veşartin
Bi sedan şêniyan cenazeyê Ebdurehman Hisên Hesam ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşart. -
Doktorên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîdê bang li saziyên navneteweyî kirin
Sendîkayên Pisporên Bijîşkî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku bi erka xwe rabin û dawî li tecrîdê bînin. -
QSD'ê li Reqayê dest bi Pêngava Hilanîna Tola Şehîdan kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de bi 'Pêngava Hilanîna Tola Şehîdên Reqayê' kirin. -
Dagirkeran li Cindirêsê 2 kes revandin
Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsa Efrînê 2 kes revandin. -
Jiyanek bi berxwedanê hatiye hûnandin: Mazlûm Qamişlo
Mazlûm Qamişlo ku bi helbestên Cîgerxwîn mezin bû, bû xwedî hişmendiya Kurdîtiyê û ji bo hesreta azadiyê ya gelê xwe pêk bîne ji Qamişloyê berê xwe da çeperên berxwedanê yên li çiyayên Kurdistanê, bû navê jiyaneke berxwedêr. -
QSD: Berpirsê şaneyek DAÎŞ'ê û du endamên pê re hatine girtin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku YAT’ê operasyonek li rojhilatê Dêrazorê li dar xist û di encama operasyonê de berpirsê şaneyek a DAÎŞ’ê û 2 endamên pê re, hatine girtin. -
Ciwanên Qamişloyê li dijî tecrîda Îmraliyê rabûn ser pêyan
Bi sedan ciwanên navçeyên Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê yên kantona Qamişloyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daketin qadan. -
Hêzên hikûmeta Şamê kesek revand
Yekîneyên ewlehiya siyasî ya girêdayî hêzên hikûmeta Şamê, Izet Mihemed ê Efrînî bi hinceta ku têkîliya wî saziyên Rêveberiya Xweser re heye, revand. -
Li Reqayê 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Li Reqayê bi sedan kes kom bûn û 2 şehîdên QSD’ê veşartin. -
Ehmed Salîm bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Şêniyên Til Hemîs Ehmed Ebduxenî Salîm ê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû bi merasîmeke girseyî veşart. -
Saziyên Efrînê: Divê CPT li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd daxuyaniyekê bide
Saziyên hiqûqî, sivîl û partiyên siyasî yên herêma Efrînê bang li CPTʹyê kirin û gotin “Divê CPT derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bide.” -
Kesekî ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bûbû, şehîd bû
Hisên Hesam ê ku di êrîşa balafirê bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker a li ser wesayîtekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de birîndar bûbû, şehîd bû. -
Li Eyn Îsayê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dagirkeran kete xwarê
Li gundê Ebû Sira yê Eyn Îsayê, balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker kete xwarê. -
Jiyaneke ku bi berxwedanê hate hûnandin: Lîlav Jînda
Lîlav Jînda di 19'ê Îlonê de li Metînayê şehîd ket. Bavê wê ahmet Ozkan got, "Da dû armanca xwe. Me zanî bû ku wê agahiya li ser şehadeta wê rojekê bê. Em pê serbilind in û em ê li ser şopa wê bin." -
Li dijî tecrîdê name ji saziyên navneteweyî re şandin
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji saziyên navneteweyî re nameyek şandin. -
Cangoriyên bobelata li Şêxmeqsûdê tên veşartin
Li Helebê bi deh hezaran kes ji bo veşartina 16 kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dane, kom bûn. -
Li Cindirêsê 2 kes hatin revandin
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsê 2 kesan revandin.