'Ji bo azadiya Rêber Apo em şev û roj li qadan bin'
Sebrî Mehmûd anî ziman ku dewletên desthilatdar ji ber tirsa ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo kirin û got: “Ji bo azadiya Rêber Apo divê em şev û roj li qadan bin.”
Sebrî Mehmûd anî ziman ku dewletên desthilatdar ji ber tirsa ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo kirin û got: “Ji bo azadiya Rêber Apo divê em şev û roj li qadan bin.”
Ji şêniyên Kobanê Sebrî Mehmûd yek ji wan kesan e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît û têkoşîna azadiyê ji nêz ve nas kir. Sebrî Mehmûd ji ANF'ê re qala dîtina Rêberê Gelê Kurd kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna ji bo azadiya Ocalan.
‘RÊBERTÎ TIMÎ GEL PERWERDE DIKIR’
Sebrî Mehmûd diyar kir ku ew û birayê xwe di sala 1985’an de çûn bajarê Şamê û wiha got: “Destêpêkê birayê min partî nas kir û hêdî hêdî behsa partiyê ji me re dikir. Hêviya me ew bû ku em hevalan û Rêberê xwe bibînin. Hêdî hêdî me partî nas kir û me dest bi kar di nava gel de kir. Piştî Kampa Mahsûm Korkmaz li Şamê di 1992’an de yekem Kamp hat avakirin li Şehba, Sehnaya û li Bêtnaya Rêber Apo waneyên bîrdozî dida. Rêberê Apo digot, tenê 200 heval hebin em wan birêxistin û perwerde bikin, em ê bikarin Kurdistanê azad bikin. Rêbertî timî gel perwerde dikir; ciwan, jin, zarok, kal û pîr perwerde dikirin.”
Mehmûd ragihand ku Rêberê Gelê Kurd ti carî demên xwe vala derbas nedikir, timî xwe jî perwerde dikir û got: “Rêberê me her tiştên xwe xistibû xizmetê vî gelî, bi her awayî û ji bo jiyaneke azad têkoşiyaye û bê navber xizmet kiriye. Ji bo wê ye ku timî xwestine komployê li dijî Rêberê me pêk bînin. Di 1996’an de xwestin li Şamê bombeyek li nêzî Kampê teqandin û xwestin ku Rêberê me bikin hedefa xwe lê beriya wê Rêberê me derketibû.”
‘ÇIMA ZIMAN Û WELATÊ ME TUNE?’
Sebrî Mehmûd anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan di zarokatiya xwe de got çima gelê Kurd bindeste û wiha pêde çû: “Rêberê me di zarokatiyê de got ku çima zimanê me tune ye? Çima welatê me tune ye? Çima em bi zimanê xwe naaxivin? Em jî netewekin û xwedî mafin. Dijminên desthilatdar jî ji fikra Rêberê me ditirse, eger Rêberê me niha bi fîzîkî azad ba wê jiyaneke azad niha heba. Rêberê me bi têkoşînê dixwest ku civakeke bê sînor pêk bîne. Desthilatdaran ev yek ji bo pergala xwe metirsiyeke mezin dîtin.
Rêberê me jin û ciwan esas girt; Rêber Apo her dizanîbû ku civakeke azad wê bi saya jina azad be, her ji bo jin û ciwana têdikoşiya.
‘RÊBERTÎ JI BO TEVAHÎ GELÊ BINDEST RABÛ’
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî cudahî nedixist di navbera Kurd, Tirk yan jî Ereban de. Rêber Apo ji bo tevahî gelên bindest rabû. Rêber Apo beriya her tiştî dibêje mirovahî. Lê her hedefa dewleta Tirk û dewletên desthilatdar qirkirina gelê Kurd bû.”
‘DIVÊ CIWANÊ ME ROJ Û ŞEV JI BO AZADIYA RÊBER APO LI KOLANAN BIN’
Çavdêrê siyasî Sebrî Mehmûd bang li tevahî malbatên welatparêz kir ku timî zarokên xwe li ser fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fikra azad perwerde bikin û got: “Beriya her tiştî divê ciwanên me ji bo Rêber Apo şev û roj li kolanan bin, Rêberê me ji bo azadiya me bê navber têdikoşiya. Lewma divê gelê me, ciwan û jin timî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”