Di êrîşa bi ser Kobanê de şervanekê QSD’ê şehîd bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk da xuyakirin ku şervanek bi êrîşa balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk a bi ser Kobanê, şehîd bûye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk da xuyakirin ku şervanek bi êrîşa balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk a bi ser Kobanê, şehîd bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa bi ser rojavayê Kobanê de, şervanek wan şehîd bûye.
Di daxuyaniya QSD’ê ev tişt hatin diyarkirin: “Dewleta Tirk a dagirker, kes û komên alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re dişînin bi her awayî ji xwe re dike armanc. Îro nava rojê şervanekê me ku li rojavayê Kobanê li nêzê mala xwe serdana malbatekê kir, dewleta Tirk bi balafira biçek a bêmirov lê xist û şehîd bû.“