Bandora erdheja li Mereşê li ser Sûriye û Rojava – II
Mîna li temamiya Sûriyeyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber ku karesatên xwezayî û erdhej zêde neqewimîne, tedbîrên cidî jî nehatibûn wergirtin.
Mîna li temamiya Sûriyeyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber ku karesatên xwezayî û erdhej zêde neqewimîne, tedbîrên cidî jî nehatibûn wergirtin.
Di qanûnên erdhejê de yên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê çi hene? Plana avahîdanînê, têkoşîna li hemberî avahiyên qaçax çawa tê meşandin û tedbîrên çawa têne wergirtin?
Dema ku Rojava di bin kontrola hikumeta Şamê de bû li herêmê têkildarî erdhejê ti tişt nehatibû kirin. Piştî ku li herêmê bi xwerêveberiya gel Rêveberiya Xweser a Demokratîk hate ragihandin, di Hevpeymana Civakî de li ser planên avahîdanînê, têkoşîna li hemberî avahiyên qaçax û çêkirina avahiyên hîn xurt işaret bi hin xusûsan hate kirin. Beriya erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karekî gelekî cidî nehatiye kirin. Endezyarên avahiyan û jeolojiyê li herêmê hin lêkolîn kirin û têkildarî avahiyên li herêmê bêne lêkirin hin xusûs hatin diyarkirin. Ji bo ev tabloya giran a ji ber erdheja dawî li herêmê rû nede, saziyên Rêveberiya Xweser seferber bûne, gelek kar dane destpêkirin. Ji bo planên avahîdanînê yên heyî bi berfirehî bêne kontrolkirin, ji bo avahiyên qaçax bêne tespîtkirin tedbîr bêne wergirtin, ji bo destûra nû ya avahîdanînê û pîvanên wê bêne xurtkirin, nîqaş têne kirin.
Endama Desteya Hawirdor û Rêveberiyên Xwecihî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Ehmed li ser karên ku 8 roj in ji ber erdhejê têne kirin û têkoşîna li hemberî lêkirina avahiyên qaçax û afetên nû ji ajansa me re axivî.
ME 400 AVAHIYÊN XISAR LI WAN BÛYE, TESPÎT KIRIN
Şîlan Ehmed got, "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 mirovên me jiyana xwe ji dest dan, 57 kes jî birîndar bûn. Li bajarê Helebê zerar li 216 avahiyan û 813 malbatên me yên di wan avahiyan de bû. Li Kobanê zerar li 52 avahiyan bû û li van avahiyan karên pêwîst têne meşandin. Li bajarê Minbicê jî zerar li 125 avahiyan bû. Li herêma me ji bo valakirina avahiyên zerar li wan bûye û bicihkirina şêniyên wan, cihên pêwîst hatine amadekirin. Ji xwe tespîta avahiyan ji aliyê tîmên ser bi Şaredariyan û Odeya Endezyaran a ser bi Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve tê kirin. Piştî lêkolînên pêwîst, avahiyên ku divê bêne hilbijartin bi wergirtina tedbîrên pêwîst têne hilweşandin. Ji bo avahiyên hinek xisar li wan bûne jî karên sererastkirin û xurtkirina kolonan têne kirin. Ji bo avahiyên ku di erdhejê de zerar li wan bûye, di encama karên me yên hefteyekê de hate tespîtkirin ku divê 400 avahiyên din bêne hilweşandin an jî bêne sererastkirin. Tîmên me yên li Heleb, Minbic û Kobanê 24 saetan bênavber kar dikin."
BERIYA MEHEKÊ REWŞA LÊKIRINA AVAHIYAN HATE NÎQAŞKIRIN
Şîlan Ehmed bi bîr xist ku beriya erdhejê jî ji bo lêkirina avahiyên qewîn komxebatek hate lidarxistin û got, "Beriya erdhejê bi mehekê bi beşdariya endezyarên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek hate lidarxistin. Ji qada navneteweyî jî bang li endezyaran hatibû kirin. Ji Fransa, Îtalya û gelek welatên din tevlîbûn çêbû. Xusûsên pêwîst ên li ser avakirina avahiyên bi ewle bi berfirehî hatibûn nîqaşkirin."
PLANÊN AVAHÎDANÎNÊ, TÊKOŞÎNA LI DIJÎ AVAHIYÊN QAÇAX
Şîlan Ehmed li ser planên avahîdanînê yên li herêmê û karên li dijî avahiyên qaçax agahî da û got, "Beriya erdhejê qanûnek hate amadekirin ku di wê qanûnê de hate destnîşankirin, li gorî herêmê avahiyên bêne lêkirin divê çend qatî bin. Li hin deveran avahiyên bi sê qatî, li hin deveran bi çar qatî dikarin bêne çêkirin. Li hin deveran jî bi ti awayî nikare bê çêkirin. Di vê mijarê de karê me heye, pêkanînên cezayî jî hene. Avahiyên ku li gorî van xusûsan nehatine çêkirin û guhdarînekirina li qanûnên şaredariyê yek ji pirsgirêka herî mezin a li vê herêmê ye. Par li herêma Cizîrê li zêdeyî 4 hezar avahiyan ceza hate birîn. 99 avahiyên ne guncaw jî hatin hilweşandin. Li Minbic, Kobanê û herêmên din jî rewş bi heman rengî ye. Em alîgirê hilweşandinê nînin, lê belê ji bo avahî hîn qewîn û ewle bin em dixebitin. Şaredariya me ya Kobanê ji bo hilweşandina hemû malên ku piştre li banê wê avahî bi qaçaxî lê hatiye lêkirin, karekî bi lez dike."
TEDBÎRÊN HÎN XURTIR WÊ BÊNE WERGIRTIN
Şîlan Ehmed bal kişand ser qanûna erdhejê ya li herêmê û got, "Têkildarî erdhejê beriya niha hikumeta Şamê qanûnek dananîbû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li hemberî erdhejê û afetên xwezayî pêşnûmeqanûneke xurt nîne. Qanûna heyî bi giranî li ser planên avahîdanînê ye. Di vê mijarê de kêmasiyên me hebûn, em rexnedayina wê dikin. Ji bo felaket rû nede, di çarçoveya şertên jiyaneke ewle û xwezayî de em karê xwe bi rêxistin dikin."