Li gelek navendên Qamişloyê 15’ê Sibatê hate protestokirin

Li gelek gelek navendên Qamişloyê bi çalakiyên cuda Komploya Navneteweyî hate protestokirin.

Li navçeyên Kantona Qamişloyê bi boneya salvegera 24ʹemîn a Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin", çalakiyeke bi beşdarbûna bi sedan şêniyên herêma Cizîrê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

Di çalakiyê de têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sînevîzyoneke hat pêşandan.

Endama Rêveberiya Meclîsa PYDʹê ya herêma Cizîrê Zeyneb Murad axivî û got: "Ji ber projeya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî cîhanê kiriye, dewlet û pergalên îstîxbaratî komplo li dijî wî pêk anîne da ku wî dûr bixin." Zeyenb Mûrd îşaret bi pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê kir û got: "Ji bo şikandina tecrîdê û pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê, ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê em serî hilind û têkoşînê geş bikin."

TIL BIRAK

Şêniyên navçeya Til Birakê jî bi dirûşma "Azadî û edalet ji Rêber Abdullah Ocalan re" meşiyan. Meş ji pêşiya firina li başûrê navçeyê dest pê kir û li Çerxerêya Şehîdan sekinî.

Ji rêveberên Meclîsa Navçeya Til Birak Xewla El Nasir anî ziman ku hêzên mêtînger bi revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin îradeya pêkhateyan bikşînin û got: "Lê berxwedana Rêbertî û xwedîderketina pêkhateyan li ramanê wî komplo têk çû."

Endama Kongra Star a Til Birakê Ezra El Hisên jî destnîşan kir ku kiryarên derexalqî û yên li dijî qanûnan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Ezara El Hisên bang li gelên herêmê kir ku ji bo şikandina pergala Îmraliyê têkoşînê xurt bikin.

TIRBESPIYÊ

Meclîsa bajarokê Hilwa ya navçeya Tirbespiyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan civînek li dar xist.

Di civînê de Hevseroka Meclîsa bajarokê Hilwa Fehîma Temo bal kişand ser armancên komployê û wiha axivî: "Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji bo têkbirina îradeya gelên herêmê bû. Ev komplo hîna dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker li gorî berjewendiyên xwe û li ser hesabê îradeya gelan siyasetên xwe yê dijminane li dijî dijî Kurd, Kurdistan û demokratan didomîne."

Di dawiya civînê de sînevîzyoneke li ser pêvajoyên komployê hat pêşandan.

ÇILAXA

Bi heman armancê, rêxistina PYDʹyê ya navçeya Çilaxa semînerek da. Semîner bi amadebûna şêniyên navçeyê li avahiya Çandê hat dayîn.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat semîner bi rêve bir. Berekat îşaret pê kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aloziyên cîhanê û Rojhilata Navîn re çareserî ye.

Kenan Berekat anî ziman ku bi hevgirtina gelan û têkoşîna wan komplo pûç bû. Her wiha banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Di dawiya de sînevîzyoneke bi mijara Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Li aliyekî din, Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya federasyonê ya navçeyê ji aliyê endamê federasyonê Dijwar Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û banga xurtkirina têkoşînê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

DÊRIK

Li kampa Roj a li navçeya Dêrikê jî daxuyaniyek hat dayîn. Rêvebera kampê Hekîma Omer daxuyanî xwend û got, revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parçeyek ji komployên bi armanca têkbirina pêvajoyên aştiyê ye.

Di daxuyaniyê de banga xurtkirina têkoşînê heta kirin.