Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê banga tevlêbûna çalakiyên li dijî Komploya 15’ê Sibatê kir

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê banga tevlêbûna çalakiyên li dijî Kompoya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Bi boneya salvegera 24ʹemîn a Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê, bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên kantona Qamişloyê daxuyanî da.

Daxuyanî li Stada Şehîd Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê, bi zimanê Kurdî ji aliyê hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwîş û bi zimanê Erebî ji aliyê hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemerî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin, şehîdên ku bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" giyanê xwe feda kirine, hatin bibîranîn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin.

Însiyatîfa Gel ragihand ku ew ê têkoşînê geş bikin heta ku komplo têk biçe û hate gotin: "Komplo îradeya gelê Kurd û hêviyên wê yên jiyaneke azad û birûmet kir hedef. Armanca vê komployê ew bû ku çokdanînê û jiyaneke koletî li ser gelê me ferz bikin. Di heman demê de ji bo ku herêmên veguherînin girêkeke agir û şerekî di navbera gelên Sûriye û Tirkiyeyê de were afirandin û mirovî Kurd ê azad ên ku dixwaze xwedî nasname û îrade bike, tune bikin. Dîsa jî armanc ji vê komployê ew bû ku şoreşa jinan a ku bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan dest pê kiriye, were têkbirin. Ev komplo bi hemû wateyên xwe mîna şerekî qirkirinê li dijî gelê me bû."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla, ambargoyê li ser gel û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî şerê dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd îsbat dike ku komplo hîna berdewam e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li dijî tevahî qanûnên mirovî, gelê Kurd û li djiî tevahî gelên ku xwedî li Rêbertî derketine ye.

Însiyatîfa Gel bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku beşdarî çalakiyên roja 15ʹê Sibatê bibin û wiha got: "Em pergala Îmraliyê şermezar dikin. Em azadiya Rêber Ocalan dixwazin. Em dengê xwe li hemberî komplogerên ku bi planên xwe yên qirêj siberoja herêmên me dikin hedef, bilind dikin. Em bang li Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Tirkmen, Çerkes û hemû azadxwazan dikin ku beşdarî meşa rûmetê bibin ku dê bi dirûşma ʹBi îradeya gelan em ê pergala Îmraliyê têk bibinʹ were lidarxistin."