Meşa Dirêj a li dijî komployê li Kobanê destpê kir
Li Kobanê bi dirûşmeya "Bi ruhê fedaî yê ciwanan, em azadiya Rêbertî mîsoger bikin" meşeke dirêj bi pêşengiya ciwanan destpê kir. Meş wê 3 rojan dewam bike.
Li Kobanê bi dirûşmeya "Bi ruhê fedaî yê ciwanan, em azadiya Rêbertî mîsoger bikin" meşeke dirêj bi pêşengiya ciwanan destpê kir. Meş wê 3 rojan dewam bike.
Bi dehan jinên ciwan û ciwanên şoreşger ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê ku dikeve sala 24’emîn, meşa sê rojan lidar xistin. Meş ji Deboya genim a li gundê Rovî ya li başûrê Kobanê destpê kir û wê heta gundê Tilxezalê bidome. Sibe wê ji Til Xezal heta Şêrîanê dirêj bike. Roja dawî, di 15’ê Sibatê de wê ji Şêrîan ta Kobanê dirêj bibe û tevlî meşa giştî ya gel bibe. Dirêjahiya meşê bi qasî 20 kîlometre ye.
’HEBÛNA RÊBER APO HEBÛNA CIVAKÊ YE’
Berdevka Jinên Ciwan a Herêma Firat Firyal Temî daxuyanî da. Temî got ku Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocelan berxwedaniyeke bê hempa li Îmraliyê raber dike û got: “Hebûna Rêber Apo hebûna civakê ye. Tevahî civak li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dike, vaye bi hezaran ciwan li qadan in. Êrîşên faşîzmê li ser civakê ji ber vê yekê ye ku civak bi fikra Rêber Apo mezin bûye ji bo wê dixwazin civaka me tune bikin."
’HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MÎSOGER NEBE, EM Ê HER TIM LI QADAN BIN’
Temî diyar kir ku CPT bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin kir lê daxuyanî neda, ev diyar dibe ku CPT jî piştgiriya dewleta Tirk dike û got: “Em wek ciwan û jinên ciwan heta azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, em ê her tim li qadan bin, ji ber ku dizanin hilweşandina desthilatdariya wan bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye."