Alîkariya ji bo herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Alîkariyên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê hatin komkirin ber bi herêmên dagirkirî ve hatin şandin.

Bi tevahî 40 kamyon alîkarî ji meydana Fîrûsiye ya bakurê rojavayê Reqayê bi rê ket.

Konvoya Alîkariyê ya ku ber bi deriyê Um Cilûd ve diçe, wê ji wir ber bi herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî ve biçe.

Komîteya sotemeniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê piştgiriya mazotê da kamyonan.

Çalakvan Taha Cefal diyar kir ku kamyonên alîkariyê ji sotemenî û madeyên din pêk tên.

Celal daxwaz ji hêzên navdewletî kir ku zextê li rêjîma Sûriye û Tirkiyeyê bikin da ku deriyên xwe vekin.  Celal diyar kir ku 20 kamyonên din ji aliyê şêniyên Reqayê ve hatine amadekirin.

Celal anî ziman ku di kamyonên hatine amadekirin de madeyên xwarinê, şîrê zarokan, betanî û hin pêdiviyên din hene.