ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelkê Qamişloyê serdana malbata Şehîd Qertemînî kir
Xelkê Qamişloyê sersaxî ji malbata Şehîd Leyla Qertemînî ya endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin re xwest. -
Li Efrînê talana dewleta Tirk û çeteyên wê didome
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi sedan darên din jî birîn. -
Li Amûdê şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn
Li Amûdê şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn û peyama ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bin’ hate dayîn. -
Şervana YPJ'ê Mizgîn Botan şehîd bû
Şervana YPJ'ê Mizgîn Botan di qezaya trafîkê de şehîd bû. -
Bajarê ku neket: Kobanê – V
Çeteyên DAÎŞ'ê digot ku wê nimêja Cejna Qurbanê li mizgefta li navenda bajêr bikin. Nekarîn vê bikin û nimêj ji aliyê gel û şervanên azadiyê ve hate kirin. Mele, Şêx Ehmed Hemo qala wê demê kir. -
Gefên dagirkeriyê yên li ser Rojava û rewşa li herêmê
Dewleta Tirk ku nekarî xwerêvebirina Kurdan a bi Şoreşa Rojava re rabigire, bi dehan plan xiste dewrê; berê çeteyan da herêmê, bi xwe êrîş kir, dagir kir, li gel êrîşan hîn jî gefên dagirkirinê dixwe. -
Li Minbicê li dijî tecrîda Îmraliyê meş hat lidarxistin
Li gundê Osecilî yê Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meşekê hat protestokirin. -
Cenazeyê Şehîd Leyla Qertemînî li Qamişloyê hat veşartin.
Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Leyla Qertemînî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, hat veşartin. -
Xelkê Kobanê çû serdana malbata Şehîd Andok Serhed û Şehîd Dîcle Rohat
Xelkê Kobanê, serdana malbatên gerîlayên HPG’ê Andok Serhed û Dîcle Rohat kir û sersaxî dan malbatan. -
Li Şêrawayê mayin teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Li gundê Başmerê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê mayinek teqiya. Di encama teqînê de zarokekî 14 salî jiyana xwe ji dest da. -
Çeteyek DAÎŞ’ê li Dêrazorê hat girtin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyek DAÎŞ’ê li Dêrazorê hatiye girtin. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand
Dewleta Tirk bi destê çeteyên xwe li Efrînê kesekî din revand. Tewfîq Hesen ê ji gundê Qeregolê hate revandin. -
Bajarê ku neket: Kobanê –IV
Li Kobanê biryardariya li ser berxwedanê û banga seferberiyê ya Îmraliyê sînor çawa ji holê rakir û çar parçeyên Kurdistanê çawa gihand hev? Axaftina Erdogan a li bajarê ku DAÎŞ'ê ji xwe re weke rêgehek bi kar dianî, hêrsa li qadan çawa zêde kir? -
Gundek ê Şehbayê bi çekên giran hat bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşê gundê Şêx Îsa yê Şehbayê, kir. -
Pêngava Tolhildanê: 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkerek kir ku di roja 4’emîn a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de, 6 hatine girtin û mîktarek mezin a cebilxaneyan hat desteserkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El Ubeyd hat veşartin
Bi sedan şêniyên Reqayê û şervanên QSD’ê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdurehman El Ubeyd, spart axê. -
Bajarê ku neket: Kobanê -IIl
Di şeva 14-15’ê Îlona 2014’an li Kobanê çi qewimî? El Nûsra û DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk du salan êrîşên xwe li dijî sînorên Kobanê domandin. -
Li Sûriyeyê rêjeya birçîbûnê zêde bûye
Bernameya Xûrek a Cîhanê roja Înê daxuyaniyek da û hişyar kir ku li Sûriyeyê rêjeya birçîbûnê zêde bûye. -
Li herêma Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê bi coş hate pîrozkirin
Li herêma Firatê salvegera 8'an a rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser bi awayek bi coş hate pîrozkirin. -
PYD’ê peyama sersaxiyê ji bo wefata Dr. Recaî Fayid weşand
PYD’ê ji bo wefata Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û nivîskarê pirtûka ‘Ocalan: Rêbertî û Doz’ Dr. Recaî Fayid peyama sersaxiyê weşand. -
Bajarê ku neket, lê xist: Kobanê – II
Beriya 15’ê Îlona 2014’an bajarê berxwedanê Kobanê bajarekî çawa bû? Li bajarê ku Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir û di pergala kantonan de pêşengî kir, heta êrîşên 15’ê Îlonê cihekî çawa bû? -
Li herêmên Keram, Sirîn û Mensûrayê 32 çete hatin girtin
QSD’ê ragihand ku, di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 32 çete hatine girtin. -
2 endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê hatin kuştin
Li Derayê, 2 endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê hatin kuştin. -
QSD: 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
QSD'ê ragihand ku di çarçoveya 'Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê' de 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin. -
Jiyana ku bi berxwedanê hate hûnandin: Zîn Doga
Di sala 2015'an de ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şerekî giran dihate kirin, Zîn Doga tevlî nava refên YPJ'ê bû. Li hemberî rastiya dîrokî ya li jinê tê ferzkirin bi hêrs bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.