Li Minbicê tecrîd û Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin
Li Minbicê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin.
Li Minbicê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin.
Şêniyên Minbicê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û xwepêşandanek li dar xistin. Şêniyên Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêxistinên Civaka Sivîl, partiyên siyasî, saziyên taybet ên jinan tev li xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandan ji çerxerêya Mîzan a Minbicê dest pê kir û li çerxerêya El Meseb rawestiya û veguherî mîtîngê. Di xwepêşandanê de girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Azadiya Serok Apo kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e” û “Em banga azadiya Rêber Apo a fîzîkî dikin” hildan.
Di Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Minbicê û gundewarê wê Sîham Hemo axivî û got: “Di meha Sibatê de gelek rojên reş hene. 15`ê Sibata 1999`an Komploya Navneteweyî li dijî Rêber û Ronakbîr Abdullah Ocalan pêk hat. Li gel şert û mercên dijwar ên herêm tê re derbas dbibin û heta piştî erdhejê tu agahî ji wî nayên girtin.”
Sîham bang li aliyên têkildar û rêxistinên hiqûqî kir ku derfetê bidin parêzeran ku bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, hevdîtinê pêk bînin. Her wiha Sîham bang li aliyên têkildarî kir ku zextê li opozîsyonê û hikîmeta Şamê bikin da ku hemî korîdoran û deriyan vekin ji bo ku alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser bigihêjin herêmên wêranbûyî.
Endama Kombûna Jinan a Zenûbya Zehra Mihemed axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Ji 24 salan ve, li gel bêdengiyeke biguman a navneteweyî tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Em tiştekî li ser wî nizanin. Beriya çend roja erdhej li Sûriyê û Tirkiyê rû da. Ji ber wê em sersaxî didin malbatên qurbaniyan li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê.”
Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê û gundewarê wê Nasir Hesen axivî û piştgiriya xwe bi xelkê herêmên wêranbûyî anî ziman û wiha domand: “Em dê piştgiriyê bidin xelkê xwe yên li wan herêman. Em ji hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker dibêjin hûn nikarin vîna vî gelî azad têk bibin.”
Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.