Bandora erdheja Mereşê ya li ser Sûriye û Rojava – I

Ji ber erdhejê li Sûriye û Rojava 3 hezar û 581 kesî jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 348 kes jî birîndar bûn. Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, ku hilweşîneke mezin lê çêbû, bi hezaran kes hînê di binê kavilan de ne.

Erdhejên bi mezinahiya 7.8 û 7.7 pileyî ku 6'ê Sibata 2023'an li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê rû dan, bandoreke giran li Misir, Lubnan, Sûriye û Iraqê jî kir. Erdhej li Sûriyeyê; li bajarên Idlib, Heleb, Hama, Lazqiye û Tartûsê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; li Şehba, Kobanê, Minbic û Reqayê û li Efrîn a dagirkirî bû sedema hilweşîneke mezin.

HERÊMÊN DI BIN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK DE NE

Efrîn û Idlib ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, ji wan deveran e ku erdhejê bandoreke giran lê kir. Bi sedan avahî xera bûn, hejmara mirovên li van herêman jiyana xwe ji dest dan û xisara erdhejê tê veşartin. Li gorî agahiyên ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê hate wergirtin, li Efrînê felaketeke mezin a mirovî qewimî ye û bi sedan kes di binê kavilan de ne.

EFRÎN: Li gel navenda bajêr her wiha xisareke mezin li navçeyên Cindirêsê û Mabatayê bû. Bîlançoya rastî ya li bajêr tê veşartin. Li navçeya Cindirêsê ku bi 20 kîlometreyî dûrî navenda bajêr e 257 avahî bi temamî hilweşiyan. Tê gotin li van avahiyan herî kêm 756 kesî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes hînê di binê kavilan de ne. Gundê Kaxirê yê li başûrrojavayê navçeya Mabatayê ye ji sedî 70 hilweşiya ye. Agahiyeke şênber ji gund nayê wergirtin, lê tê gotin ku bi sedan kes hînê di binê kavilan de ne.

IDLIB: Li herêmên Atarîb, Sarmada, Harîm, Bîsnîa, Salqîm, Azmarîn û Keferhom ên Idlibê ku di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ên dewleta Tirk de ye, erdhej bû sedema zerareke mezin. Li bajêr ku erdhejê bandor li 195 bajarok û gundan kir, tê gotin 718 avahî hilweşiya ne. Beşek ji Bendava Asya ya li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê hilweşiya, ji ber av di ser re fûriya, bundê Al Tîlol di nava avê de ma. Hejmara mirî û birîndaran mîna herêmên din ên dagirkirî nayê zanîn.

HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê, li herêmên di bin kontrola wan de hezar û 408 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 341 kes jî birîndar bûn.

HELEB: Li Helebê erdhejê bandoreke giran li taxên Al Şaar, Mûsharaqa, Paradîse, Salahaddîn, Al Kelasa û Azîziyeyê yên li rojhilatê bajêr kir. Rayedarên hikumeta Şamê diyar dikin ku ji ber erdhejê nêzî 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, 7 hezar kes birîndar bûne yan jî agahî ji wan nayê girtin.

LAZQIYE: Li Lazqiyeyê xisara herî giran li bajarokê Jabla û taxa Ramla Janûbî bû. Li navenda Lazqiyeyê û bejahiya wê 102 avahî hilweşiyan. 506 kesî jiyana xwe ji dest dan, 792 kes jî birîndar bûn.

HAMA: Li bajarê Hamasyê xisara herî zêde li navenda bajêr û herêma Erbaîn a li bakurê bajêr bû. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Li Hamayê 47 kesî jiyana xwe ji dest dan, 75 kes jî birîndar bûn.

HERÊMA RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku li herêmên wan 6 kesî jiyana xwe ji dest dane û 57 kes jî birîndar bûne. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 6 kesî jiyana xwe ji dest dan, 47 kes jî birîndar bûn. Li Şehbayê 5 kes, li Kobanê 3 kes û li Minbicê jî 2 kes birîndar bûn.

XISAR LI KELEHA 2 HEZAR SALÎ BÛ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji devera ku erdhejê bandoreke giran lê kir Keleha Necîmê bû ku li ser Çemê Firatê ye û bi 115 kîlometreyan dûrî Helebê ye. Keleha ku beriya zayînê di sala 68'an de hate avakirin, dîwarê wê yê li aliyê rojhilat ji hin aliyan ve hilweşiya.

XISAR LI 625 DIBISTANAN BÛ

Ji ber erdhejê xisar li dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên di bin rêveberiya Şamê de ne, bû. Li gorî daneyên ku Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ajansa me re parve kir, li herêma Firatê li Eyn Îsa, Kobanê û Sirînê 15 dibistanan zerar dîtin û 7 rojan navber ji dibistanê re hate dayin. Li Minbicê 138 dibistanan zerar dîtin, 6 ji wan hatin girtin. Li Dêrazorê 9 dibistanan zerar dîtin. Li Reqayê 115 dibistanan zerar dîtin, 36 ji wan hatin girtin. Li Tebqayê 41 dibistanan zerar dîtin û piştî karê endezyaran ên li ser mijarê wê dawî li navbera ji dibistanê re bê anîn. Li herêma Şehbayê 15 dibistanan zerar dîtin, 5 dibistan nikarin bêne bikaranîn. Li herêma Cizîrê 39 dibistanan zerar dîtin.

Li gorî daneyên fermî yên hikumeta Şamê li herêmên di bin kontrola wan de ne 248 dibistanan zerar dîtin.

Rêveberiya Xwecihî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Rêveberiya Hawirdorê ji bo tespîtkirina zerarên ji erdhejê ketin nava liv û tevgerê û dest bi wergirtina gelek tedbîran kirin.