Xelkê Şêrewayê li dijî tecrîdê meşiya

Xelkê Şêrewayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya.

Şêniyên gundên dorpêçkirî yên Şêrewayê; Zerneîtê, Başemrê, Meyasê, Gundê mezin, Bırc Qasê û Kilutê kom bûn û li gundê Bir Qasê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş bi tevlîbûna şêniyên van gundan ji pêşiya meclîsa Gundê Birc Qasê destpê kir û ber bi dibistana Gund ve dewam kir.

Li pêşiya dibistanê piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê meclîsa navçeya Şêrewa Hesen Silêman û li ser navê desteya perwerde û hindekariya kontona Efrîn û Şehbayê Sozdar Silêman axivî.

Di axaftinên hatin kirin de, destpêkê şehîdên azadiyê hatin bîranîn û bal hat kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê hemû gelan e. Lewma niha di bin tecrîda girankirî de ye. Divê em jî asta têkoşîn û berxwedana xwe hîn zêdetir bikin.”