Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê yekemîn çalakiya xwe li dar xist
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir, îro yekemîn çalakiya xwe li dar xist.
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir, îro yekemîn çalakiya xwe li dar xist.
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê duh (9′ê Îlonê) bernameya xwe ya çalakiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere kir. Di bernameyê de bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiyê li Rojhilata Navîn e" wê çalakî û meş li tevahî bajarên herêmê werin lidarxistin. Îro li Dêrikê bi çalakiya konvedanê dest pê kir û wê sibe bi meşeke girseyî bi dawî be.
Konê çalakiyê li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hate vedan û tê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bi sedan şêniyên bajêr, gund û bajarokên wê, nûnerên meclis û saziyên sivîl beşdar bûn.
Destpêka çalakiyê endamê Însiyatîfa Gel a Dêrikê Hisên Remedan axivî û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Remedan armancên tecrîdê eşkere kir û wiha got: “Fikirên Rêber Abdullah Ocalan ji derve dûrxistin. Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li dijî tevahî mirovahiyê ye. Em bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên îdia dikin mafên mirovan diparêzin, şermezar dikin. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bilind bikin."
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf jî rola felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareserkirina krîzan de û têkoşîna wî silav kir û wiha got: "Rêbertî di oxira tevahî gelên bindest azadiya xwe bi dest bixin de têkoşiya û jiyan xwe xist ximzetî pêkanîna demokrsiyê."
Endama rêveber a Kongra Star Şadiya Yûsif jî diyar kir ku bi xwespartina li fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têgihîştin û pêkanîna wan di civakê de azadiya Abdullah Ocalam pêkan dike.
Endamê PYD′ê Şaban Faris bang kir ku ji bo têkbirina plan û komployên li dijî gelan û bidawîkirina tecrîdê hevgirtî bin.
Çalakî bi xwendina helbest û stranên şoreşgerî dewam kir.