Li Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî hatin veşartin
Li Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî El Elî û Mehmûd El Hecac hatin veşartin.
Li Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî El Elî û Mehmûd El Hecac hatin veşartin.
Şêniyên Minbicê, yên gundewarên wê, endamên partiyên siyasî, meclîs, rêxistinên civaka sivîl, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî merasîma veşartina cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî El Elî û Mehmûd El Hecac bûn. Her du şehîd li goristana şehîdan a Minbicê li başûrê bajêr hatin veşartin.
Di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên Minbicê de Elî El Elî û Mehmûd El Hecac di 7′ê İlonê de şehîd bûbûn.
Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesen El Hisên axivî û wiha got: "Şehîdan di oxira parastina welat û rûmetê de canê xwe dan."
El Hisên wiha domand: "Şehîd rûmet û serbilindî ne. Ji bilî lehengan kes nikare şehadetê bi dest bixe. Şehîdên mînakên lehengî û fedakariyê raber kirin."
Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî wiha got: "Em canê xwe ji bo vî welatî feda dikin. Em ê her tim ji bo welat bibin mertal. Me berê sond xwar û îro jî soza xwe nû dikin."
Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Minbic Sîham Hemo axivî û wiha got: "Ji dema Minbicê hatiye rizgarkirin ve di oxira parastina bajêr, ewlehî û îstîqrara wê de xort û keçên wê şehîd dibin. Dewleta Tirk a dagirker ji dema rizgarkirina Minbicê ji DAÎŞ′ê rojekê jî êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Minbicê nesekinandiye."
Sîham wiha domand: "Ji çend rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Minbicê dike; biçûk û mezinan hemûyan dike hedef.”
Sîham wiha bi dawî kir: "Şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe bi hêzên xwe yên leşkerî re hevgirtî ne û piştgiriyê didin hêzên xwe. Ew li kêlek hêzên xwe li hember êrîşan di yek xendekê de ne."
Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.