Dewleta Tirk li Girê Spî ciwanek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ciwanekî ji eşîra Êla Cîs a Erebî qetil kir.
Dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ciwanekî ji eşîra Êla Cîs a Erebî qetil kir.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên Ebû Amir û Ebû Ehmed El Şamî yên ser bi tumena El Salis a dewleta Tirk, li Kantona Girê Spî êrîş birin ser ciwanekî.
Mihemed Xelîl El Mihemed ê ji Êla Cîs di encama êrîşê hate qetilkirin.
Piştî êrîşê li herêmê rageşiyê rû da. Êla Cîs Erebî ji çeteyan xwest ku kujer radestî wan bikin.