Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din jî revand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, çeteyên 'Hemzat' ên dewleta Tirk di 9'ê Îlonê de li gundê Kîmarê yê Şêrawayê Mihemed Henan Hisên revandine.

Nayê zanîn bê Hisên bi ku ve birine.

Ji destpêka meha Îlonê ve gelek kes hatin revandin. Rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê li navçeya Raco ya Efrînê Esmet Mihemed ê beriya niha revandibû di 5'ê Îlonê de careke din revandibû.

DI NAVA 8 MEHAN DE 270 KES HATIN REVANDIN

Li Efrînê ku ji sala 2018'an û vir ve ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, rejîmeke terorê hatiye avakirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di meha Tebaxê de çeteyên dewleta Tirk 62 kes revandin ku 6 ji wan jin bûn. Çeteyan her wiha dest avêtin yek ji jinên revandibû. Li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan di heyşt mehên destpêkê yên salê de herî kêm 270 kes hatin revandin.