ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk Şêrawa bombebaran kir
Li navçeya Şêrawa ya Efrînê qada daristanî ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hat bombekirin. -
Jinên Şehbayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kirin
Jinên Şehbayê diyar kirin ku wê her tim li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bênavber bidomînin. -
Şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîdê meşiyan
Xelkê herêma Firatê bi rengekî girseyî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. -
Hêzên Şamê li Idlibê bombe li HTŞ'ê barandin: 2 mirî
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Idlibê bombe li nuqteyeke çeteyên Tahrîr El Şam (HTŞ) barandin. Hate ragihandin ku 2 sivîl hatine kuştin. -
Li herêmên hikumeta Şamê dizî û talankerî naqede
Li Sûriyeyê, li herêmên di bin kontrola rejîma Şamê de ne kiryarên dizî û talanê, her wiha zordariya li şêniyan naqedin. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd kon hat vedan
Li Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Di çalakiya kon vedanê de peyama xurtkirina têkoşînê hat dayîn. -
Dagirkeran li Cindirêsê 3 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 kesên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê dagirkerî, revandin. -
Xalib Elûşe: Divê em azadiya Rêber Apo mîsoger bikin
Welatiyê Kobanê ê bi navê Xalib Elûşe yê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, bertek nîşanî tecrîda girankirî da û got: “Divê li her qadê em derkevin qadan, xwedî li Rêberê xwe derkevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin.” -
Li Til Temirê 10 dagirker hatin kuştin
Hate ragihandin ku di çalakiyên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê li dijî dagirker û komên çete de 10 dagirker hatine kuştin û 4 dagirker jî birîndar bûne. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Minbicê hatin têkbirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojavayê Minbicê hatin têkbirin. -
Li Dêrazorê 3 çete hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyek nivîskî ragihand li bakurê Dêrazorê 3 çete bi çebilxaneyên wan ve hatin girtin. -
Zarokekê du salî li Hesekê hat qetilkirin
Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetanî pev çûn. Roket li maleke li Hesekê ket; zarokek jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Tirk êrîşî Eyn Îsayê kir: Welatiyek birîndar bû
Balafirekê bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker gundê Sefawiyê yê Eyn Îsayê bombebaran kir û welatiyekî birîndar kir. -
Li Mabeta ya dagirkirî jinek hate qetilkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li navçeya Mabeta ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, jineke 40 salî hatiye qetilkirin. -
'Bi hevgirtina gelan wê planên dagirkeriyê têk biçin'
Mihemed Şahîn têkîldarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistan û herêmê got, “Em ê heta dawiyê li hemberî van êrîşan xwedî helwest tund bin. Bi hevgirtina gelan wê planên dagirkeriyê têk biçin.” -
Şehba, Şêrawa û Minbic hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehba, Şêrawa û Minbicê nîvê şevê bombe kir. -
Li Kobanê 20’emîn salvegera damezrandina PYD’ê hate pîrozkirin
Li Herêma Firatê 20’emîn damezrandina PYD’ê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. -
Dagirkeran bombe li gundekî Eyn Îsayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Ebû Nînûna yê Eyn Îsayê barand. Kesek birîndar bû. -
Li Hesekê di şerê çete-Şamê de 7 sivîl birîndar bûn
Li xaçerêya asayîşê ya Hesekê di navbera hêzên hikûmeta Şamê yên bi navê Dîfa El Wetenî û çeteyan şer derket. Di nava wan de yek jê zarok 7 sivîl birîndar bûn. -
TEV-DEM'ê êrişa li ser KNK'ê şermezar kir
TEV-DEM'ê êrişa li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya KNK'ê şermezar kir û ji bo parastina destketiyên gel û şerê gel ê şoreşgerî bang kir. -
Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê têkoşîna li dijî terorê asteng dike. Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê jî bang kir. -
Cenazeyê şehîd Hisên El Xelîl li Dêrezorê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên El Xelîl bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya gundewarê rojavayê Dêrazorê hat veşartin. -
Xelkê herêma Firatê serdana malbata Canda kir
Xelkê herêma Firatê ji bo sersaxiyê serdana malbata Canda Cûdî kir ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrîşa balafirê bêmirov de şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan ê bi navê Eyman Çolê di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişlo şehîd bûye. -
Cenazeyê Şehîd Sîpan Efrîn li Şehbayê hate veşartin
Şervanê YPG'ê Sîpan Efrîn ku 14'ê Îlonê li Helebê şehîd bû, li Şehbayê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.