Ji bo piştgiriya QSD′ê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hêzên parêzvanên Minbicê, bi sedan şêniyên Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl, meclisên sivîl, partiyên siyasî, endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, rûspî û şêxên eşîran û rêxistinên civaka sivîl meşeke girseyî li dar xist. Meş ji Çerxerêya Mîzan ber bi Çerxerêya Delê ve dest pê kir.
XÊR ŞÊXO: EM Ê BAJARÊ XWE BIPARÊZIN
Li Çerxerêya Delê meş veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo komplo û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet Minbicê şermezar kirin û wiha got: "Li gorî tîpên peyva Minbicê em bi hev re li kêlek hêzên xwe yên leşkerî parastina bajêr bikin, soz didin şehîdên xwe li ser şopa wan bin. Bi zendên şêniyan em ê van komployan têk bibin û parastina destkeftiyan bikin û em li hember êrişan di yek xendekê de ne."
Şêxo wiha domand: "Em welatiyên dewleta Tirk ji bo xizmetên xwe bi kar tîne re dibêje hûn îro bajarê xwe wêran dikin û gelê xwe qetil dikin. Nebin lîstokê destê hêzên derve."
DERWÎŞ: ME KOMPLO TÊK BIR
Li aliyekî din jî berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş rola şêniyên Minbic, eşîrên ereban di têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker de pîroz kir û got: "Bi berxwedana gel, eşîr û şervanên me yên li tevahî eniyên şer me komplo têk birin. Em xelê vê eşîran û vî welatî ne û tu kes nikare li pêş me bisekine."
Derwîş spasiya ciwanên li kêleka hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê sekinîne û çek li dijî dijmin hilgirtine, kir.
Derwîş hêzên parêzvanên bajêr ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Ceyş El Siwar, Cebhet El Ekrad, Lîwa El Şîmal El Demokratî û Meclisa Leşkerî ya Babê tevahî li eniyên şer in û dersên giran didin çeteyan.
ISÊDÎ: EM XWEDÎ VÎNEKE XURT IN
Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê şêx Mihemed Sadiq El Isêdî axivî û got xelkê eşîran her tim bi QSD′ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê re. Şênî û pêkhateyên wê tevî xelkê eşîran û senka wan bi QSD′ê êrişên li ser herêmê têk birin.
El Isêdî wiha domand: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan salan ve bi hezkirin û aştî dijîn. Divê Erdogan û çeteyên wî bizanin ku em li hember balafirên bêmirov û şerê taybet li ber xwe didin. Ji ber ku em xwedî vîneke xurt in."
Meş bi dirûşmên “Na ji fitneyê re”, “Erê ji xwişk û biratiya gelan re” û"Bijî berxwedana Meclisa Leşkerî ya Minbicê re”.