’Di vê sedsalê de em ê serkeftinê di nava rûpelên dîrokê de binivîsin’

Endamê Desteya Rêveberiya Giştî Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) Ehmed Xoce diyar kir wê di vê sedsalê de berxwedaniya Neteweya Demokratî bi ser bikeve.

Hakan Fîdan li Hewlêrê çi dike, çima dixwaze here Rûsyayê? Gelo hewldanên wan çi ne? Dixwazin bi van hevdîtinên xwe, him gelê Kurd û bi taybet jî Tevgera Azadiya Kurdistanê tine bikin. Lê dîsa jî li hemberî berxwedaniya gerîla têk diçin û wê her têk herin.

Bi van rêbazên dewleta Tirk, faşîzm bi ser neket û xwest di nav gelan de fesadiyê çêbike û projeya Neteweyay Demokratîk biçewisîne. Lê bi saya berxwedaniya QSD’ê û helwesta gelê herêmê, tevahî planên wan têk çû.

Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce diyar kir ku siyaseta faşîzmê ev e ku Kurdan qir bike û got “   Çawa ku Hakan Fîdan Kurd e û Fûad Hisên jî Kurd e. Lê bi serdana xwe dixwazin diyar bikin ku va ye em Kurdan di nava xwe de dihewînin. Lê armanca wan a herî mezin ev e ku gerîlayên azadiya Kurdistanê tune bikin.

'DIXWAZIN BI DESTÊ PDK’Ê TEVGERA AZADIYÊ Û KURDAN TINE BIKIN'

Dixwazin bi destê PDK’ê Tevgera Azadiyê tine bikin, gelê Kurd ji holê rakin. Ev bûye rêbaza faşîzmê ya sereke. PDK bi navê xwe yê Kurd bi dijminan re hewl dide Kurdan tune bike.  Lê di vê sedsala nû de Kurdan xwe îspat kirine ku êdî ew di warê demokrasiyê û hevgirtina gelan de bi pêş ketien û ew ê bi vî rihî bi ser bikevin.”

‘HEMÛ PROJEYÊN DAGIRKERIYÊ BI HEVGIRTINÊ TÊK ÇÛN’

Xoce anî ziman ku Itîfaqa ku tên kirin, li ser qirkirina Kurdane û got “Di nav Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hemû pêkhate hene. Faşîzma dewleta Tirk  bi tehemulnekirina xwe dixwaze vê projeyê ji holê rake. Ji ber ku desthilatdarî ji vê projeyê ditirse û ji ber vê êrîşî Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê kir. Lê bi projeya Neteweya Demokratîk û hevgirtina gel hemû planên dagirkeriyê têk çûn.”

Ehmed Xoce diyar kir piştî civîna çar alî xwestin dîsa gelan bera ber hev bidin lê bi ser neketin. Ehmed Xoce got “Piştî ku operasyona Xurtkirina Ewlehiyê hate destpêkirin, derket holê ku ew dixwazin gelan bera ber hev bidin. Faşîzma dewleta Tirk a dagirker xwest ewlehiya herêmê têk bibe. Lê diyar dibe ku kes nikare di navbera gelan û QSD’ê de, dek û dolaban çêke û wan bera ber hev bide.”

‘DI VÊ SEDSALÊ DE, EM Ê SERKEFTINÊ QEZENC BIKIN’

Xoce di dawiyê de diyar kir ku QSD bûye hêviya cîhanê û got “QSD ku hemû netewe tê de hene, ji wan bûye kabûs. Dixwazin bi şexsiyetên xerab fitneyan çêbikin lê ev plana wan têk çû. QSD têkoşiya û şêxên eşîran jî soza piştgiriya bi QSD’ê dan. Bi rihê berxwedaniya QSD’ê wê faşîzm têk biçe. Em di sedsaleke dîrokî de ne û em ê di vê sedsalê de jî serkeftina xwe binivîsin.”