Êrîşên li ser Minbicê hatin têkbirin, gundên Til Temirê têne bombekirin

Êrîşa berfireh a bejahî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku doh bi şev li gundên li bakurrojavayê Minbicê kirin, hate têkbirin. Gundên li bakur û rojavayê Til Temirê jî têne bombekirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh bi şev li bakurrojavayê Minbicê ji bejahî ve êrîşeke berfireh bir ser gundên Ereb Hesen, Muhsenlî, Toxar, Um Edese û Um Cilod.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî di cih de bersiv dan êrîşan û şer heta serê sibehê dewam kir.

Di şer de gelek çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin. Êrîşên çeteyan hatin têkbirin.

Gundên li bakur û rojavayê Til Temirê jî ji roja Pêncşemê ve bi rengekî giran têne bombekirin.

Li gorî agahiyan gundên Tewîle, Til Tewîl, Asûriye, Til Cûma, Ûm El Xêr, Til Gerebêt û Gozeliyê yên li rojavayê bajêr û gundê Dirdara yê lib akurê bajêr bi çekên giran û hawanan têne bombekirin.