QSD’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

QSD′ê nasnameya 2 şervanên xwe yên di operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê têkildarî şehîdbûna 2 şervanên xwe daxuyaniyek da.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Hêzên me, QSD′ê di Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya li Dêrazorê li dijî şaneyên rêxistina ′DAÎŞ′ê′ ya terorîst, sûcdar, bazirganên hişbirê û endamên çete yên girêdayî saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîmê daye destpêkirin de ewlehî û îstîqrarê li tevahî bajar û bajarokan vegerand.

Hêzên me di serketina operasyonê de xwe spart piştgirya eşîrên herêmê û fedakariya şervanên me. Wan şervanan di paqijkirina herêmê de lehengî û fedakarî raber kirin.

Di operasyona paqijkirinê de 2 şervanên me Diyar Ebdulmecîd Hesen (Herekol Qamişlo) û Raşid Mihemed Îbrahîm (Agirî Qamişlo) şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û hemû malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em soz didin ku armancên wan ên parastina ewlehiya herêmê bikin û li hember her kesên hewl didin fitneyan derxin û îstîqrara herêmê têk bibin, bisekinin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê tevgerê: Herekol Qamişlo

Nav û paşnav: Diyar Ebdulmecîd Hesen

Navê bav: Ebdulmecîd

Navê dayikê: Dildar

Cih û dîroka jidayikbûnê: Amir Kebîr (Mezin) /2001

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Zîban/05.09.2023

***

Navê tevgerê: Agirî Qamişlo

Nav û paşnav: Raşid Mihemed Îbrahîm

Navê dayikê: Menîfe

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Delawiyê/1996

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Zîban/05.09.2023."