Çeteyan li Minbicê derbeke din a giran xwarin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî gundê Denderiyê yên Minbicê kirin, derbeke giran ji şervanên Minbicê xwarin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî gundê Denderiyê yên Minbicê kirin, derbeke giran ji şervanên Minbicê xwarin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyan êriş bendên Meclisa leşkerî ya Minbicê yên li gundên Denderiye kir.
Navendê da zanîn ku çeteyan xwestin derbasî gundê Dendeniye bibin.
Her wiha destnîşan kir ku hêzên wan bersiv dane êrişan û di encamê de şer derketiye. Di encama bersiva xurt a hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de, çete neçar mane birevin, li dû xwe kuştî û birîndarên xwe hiştin.