Cenazeyê şehîd Abu Ebas bi merasîmeke girseyî li Sirînê hat veşartin
Xelkê navçeya Sirînê ji bo veşartina cenazeyê Şehîd Abu Ebas (Ebd El Îsa) berê xwe dan goristana Sirînê û li wir bi merasîmeke girseyî cenaze spartin axê.
Xelkê navçeya Sirînê ji bo veşartina cenazeyê Şehîd Abu Ebas (Ebd El Îsa) berê xwe dan goristana Sirînê û li wir bi merasîmeke girseyî cenaze spartin axê.
Xelkê navçeya Sirînê ya Kobanê ji bo veşartina cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Abu Ebas (Ebd El Îsa) yê ku di encama êrîşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Minbicê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Cîgira Seroka Partiya Sûriya Pêşeroj Neda El Cadir axivî û got: “Ji bo avakirina civakeke azad şehîdên me bêyî teredûd canê xwe feda dikin. Şehîd hebûn û azadiya civakê ne. Bi xwîna xwe civaka azad diafirînin. Ji bo ku em jî destkeftiyên wan şehîdan biparêzin em soz didin ku riya wan heta dawiyê bişopînin."
Endamê Meclîsa Malbatê Şehîdan a Navçeya Sirîn Xelîl Hisî axivî û ev tişt anî ziman: “Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Dijmin bi hemû rêbazan êrîş dike. Bi van êrîşan dixwaze destkeftiyên Netewa Demokratîk ji hev bixin. Lê bi hevgirtina gelan ew bi bin dikevin. Em ê heta dawiyê li ser xeta şehîdên xwe bin."
Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Mihemed soza şopandina riya şehîdan da û got: "Şehîd ev şewq e rêya tarî ronî dikin. Em Meclîsa Leşkerî ya Minbicê soz didin şehîdên xwe ku heta dawiyê li ser xeta wan bin."
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Di dawiyê de cenaze bi tilîliyên dayîkan hat veşartin.