'Em ê nehêlin ku DAIŞ careke din li ser van axan serwer bibe'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim derbarê Operasyona Xurtkirina Asayîşê de agahî da û diyar kir ku gelê Dêrazorê li gel wan e û ew ê nehêlin ku DAIŞ careke din li herêmê serdest bibe.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim derbarê Operasyona Xurtkirina Asayîşê de agahî da û diyar kir ku gelê Dêrazorê li gel wan e û ew ê nehêlin ku DAIŞ careke din li herêmê serdest bibe.
Salih Muslim diyar kir ku Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li Dêrazorê bandora çeteyên DAIŞ'ê ya li herêmê û gelek sûcan dike hedef, her wiha bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo destpêkirina şerê li herêmê. Muslim destnîşan kir ku ew ê nehêlin DAIŞ careke din li herêmê serdest bibe.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim têkildarî Pêngava Xurtkirina Ewlehiyê ya ku QSD'ê di 27'ê Tebaxê de li Dêrazorê dabû destpêkirin, pirsên ANF’ê bersivand.
Di 27’ê Tebaxê de li Dêrazorê ji aliyê QSD’ê ve operasyonek hate destpêkirin. Dewleta Tirk û hikûmeta Şamê hewl didin vê yekê weke şerê QSD û eşîrên Ereb nîşan bidin. Li Dêrazorê çi bû, çi diqewime?
Di serî de divê ku em vê yekê baş fahm bikin. Çima ‘Pêngava Xurtkirina Ewlekariyê’ dest pê kir. Berê jî gelek caran gilî û gazincên xelkê deverê, şêxên eşîran û xebatkarên wê derê ji Ebû Xewle û çend kesên ku pê re kar dikirin, hatibûn kirin. Hemû endamên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bûn. Helbet meclîsa leşkerî ji van mezintir e, lê kesên herî bi bandor di meclîsê de ev bûn.
Li herêmê gelek bûyer qewimîbûn. Di gelek sûcên weke kuştin, revandin, bazirganiya narkotîkê de cih girtine. Helbet ev hemû ji ber lawazî yan jî ji ber ku Meclîsa Leşkerî çavê xwe jê re girtiye, pêk hatiye. Pêwist bû êdî dawî li wan bê. DAIŞ’ê li vê herêmê êrîş kiribû. Diviyabû li dijî wan pêngavek were destpêkirin. Bi vî awayî tevgera “Xurtkirina Ewlekariyê” hat destpêkirin.
Pêwîst bû ji kesên ku herî zêde giliyê wan hatine kirin, operasyon bihata destpêkirin. Li ser vî esasî lêpirsîn li wan hat vekirin, piştî lêpirsînê ev kes sûcdar hatin dîtin. Di heman demê de hemû jî ji kar hatin avêtin. Her wiha têkiliyên wan ên bi gel û hêzên cuda re derketin holê. Têkiliyên wan ên ligel milîsên girêdayî hikûmeta Şamê yên li rojavayê Firatê û têkiliyên wan Dîfa Watanî re derket holê.
Di heman demê de şebekeyên sûcdar jî hebûn ku ev kes girêdayî wan bûn an jî têkiliyên wan pê re hebûn. Dema ev hatin girtin ên din ketin tevgerê. Ev hemû bi hev re serî hildan. Wan îddîa kirin ku QSD’ê li hemberî wan zordestî kirine. Gelê herêmê dizanibû ku ev sedem ne rast in û ji wan bawer nedikirin. Van komên çete gav bi gav dest bi berfirehbûnê kirin. Di roja sêyemîn a operasyonê de dest bi derbasbûna gel û çekan li ser avê kirin. Bi dagirkirina hin gundên li peravê hewl dan provokasyonê bikin.
Helbet em gelê li wir nas dikin. Ti eleqeya gel bi wan re nîne. Têkiliya me bi gelê wir re heye. Weke partî jî têkiliya me bi rêveberiya QSD’ê re heye. Bi rastî jî xelkê wir ji ber tiryak û kuştinan, wan qebûl nakin. Wekî din di rojên duyemîn û sêyemîn ên pêngavê de, eşkere bû ku ev bi rastî planek pir mezin û berfirehtir e. Gelek kes hatin girtin û di encama îtîrafên wan de têkiliyên wan zelaltir bûn. Derket holê ku tiliya dewleta Tirk jî di vê planê de heye.
Berê jî ev êrîş hatin nîqaşkirin, plankirin û organîzekirin û dewleta Tirk pêşengiya wan dike. Ev yek di civînên çar alî ango di civînên Astanayê de derdikeve holê. Plana wan a sereke çi ye? Jixwe di rûniştina xwe ya 20’emîn de ev yek eşkere qebûl kiribûn. Armanca wan ew e ku rêveberiya vir hilweşînin û hêzên koalîsyonê ji herêmê derxînin. Jixwe di dawiya roja duyemîn a pêngavê de ji aliyê bakur ve jî êrîş dest pê kirin. Êrîşên li ser Til Temir, Minbic û yên din hemû girêdayî vê ne. Propagandaya wan a ku digotin eşîrên li Til Temirê serî hildan û gund bi dest xistin, ev yek eşkere kir.
Li Dêra Zorê hin qeydên deng derketin holê. Min jî li van qeydên deng guhdarî kir. Dewleta Tirk soz da van çeteyan. Çeteyan dema li Dêrazorê dest pê kirin, soz dan ku wê ji bakur 5 cihan ve dest pê bikin. Di qeyda deng de ev yek pir zelal e. Di serî de dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê hewl dan bi vê yekê gelan bînin hemberî hev. Gelê herêmê bi ti awayî ji wan bawer nake û piştgiriyê nade wan. Ev komên çete ji aliyê kesekî bi navê Îbrahîm Ewil û Newaf Beşîr ve dihatin birêvebirin. Hewldana paqijkirina herêmê, îro yan jî sibê wê were ragihandin.
Bi destpêkirina operasyona Dêrazorê re êrîşên li dijî Minbic, Til Temir û Eyn Îsa jî dest pê kirin. Çi têkiliya van êrîşan heye?
Di rastiyê de ji şerê Kobanê û vir ve dewleta Tirk bi çeteyên ku xwe weke muxalefeta Sûriyeyê bi nav dikin û di rastiyê de sîxurên dewleta Tirk in, her tim di nava antîpropaganda û şer de ye. Ji destpêkê ve wekî dijmin tê dîtin. Dewleta Tirk hinceteke ku ji destpêkê ve aniye ziman heye; Kurd wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke demokratîk ava bikin û Kurdên li vir jî wê ji van mafan sûd werbigirin. Dewleta Tirk li dijî vê yekê derdikeve.
Li vir avadaniyeke demokratîk hate avakirin. Dîsa hemû gelê li vir, Ereb, Kurd, Asûrî û hemû gel bi hev re dijîn. Pergalek û modeleke demokratîk heye ku wan bi hev re ava kirine. Ev model ji bo Sûriyeyê jî dikare bibe çareserî. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji destpêkê ve li dijî vê modela çareseriyê ye. Ji ber ku ku ditirsin; gelên li vir li her derê hene. Li Tirkiye û gelek welatên din heye. Pergaleke demokratîk a ku wê li vir ava bibe wê bandorê li wir jî bike. Hewl didin vê yekê asteng bikin. Dewleta Tirk 24 saetan hewl dide vê yekê pûç bike. Amade ye ku bi her kesî re, bi her hêzê re bikeve nava her cure têkiliyê.
Dewleta Tirk Ewropa jî di nav de li ser gelek dewletan şantajê dike. Ma heta îro Emerîka nizane an nabîne ka li vir çi diqewime? Helbet dibînin, lê li dijî dewleta Tirk dengê xwe nakin. Xwe li pişt endamtiya dewleta Tirk a NATO'yê vedişêrin û her çiqasî dibînin jî dengê xwe nakin. Ewropa jî dîsa bi heman awayî ye. Li aliyekî dewleta Tirk şantajê li wan dike, li aliyê din jî ev dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.
Çima Dêrazor? Ev der çima girîng e?
Dêrazor ji bo me girîng e. Ev der berê navenda DAIŞ’ê bû. Baxoz navenda DAIŞ’ê bû. Û li wir derbeya dawî xwarin. Hê bermahiyên wan hene. DAIŞ cara yekemîn li ku pêş ket? Li Dêrazorê pêş ket û belav bû. Ji wir hatin û Reqa kirin paytexta xwe. Di vî warî de em ê nehêlin DAIŞ careke din li vir pêş bikeve. Diviyabû li vir tiştek bihata kirin. Em ancax bi gelê wê derê re, bi piştgiriya gel, bi xebatên hevpar ên leşkerî û rêveberiyên meclîsên sivîl ên li wir re dikarin vê bikin.
Di vî warî de Dêrazor ji bo peydakirina ewlehiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Divê Dêrazor, Reqa û cihên din nekevin destê DAIŞ’ê. Jixwe heta niha giranî didin Dêrazor û Reqayê. Hemû çete û şaneyên DAIŞ’ê yên ku dewleta Tirk destekê dide wan ji vir e. Di vî warî de helbet Dêrazor ji bo me girîng e. Gelê li wir gelê me ye. Em bi hev re dijîn. Niha hinek eşîrên li Dêrazorê dijîn, hinek jî li vir dijîn. Em bi hev ve girêdayî ne. Niha hinek ji eşîran li vir bi me re dijîn, hinek ji wan nikarin li wir di bin destê DAIŞ’ê de bijîn. Nikare di bin kontrola dewleta Tirk de be. Nayê qebûlkirin ku biçin aliyê din û berê van çeteyan bidin me. Tişta ku em li vir hewl didin bikin, ev e ku em bi hev re bijîn.
Hin serokên eşîran derketin û li dijî QSD’ê daxuyanî dan. Dîsa bang li alîgirên xwe kirin. Hûn dikarin li ser vê yekê çi bibêjin?
Eşîr an jî qebîle ne rêxistinên siyasî ne. Eşîr li ser têkiliya xizmbûnê ava bûye. Di vî warî de eşîr xwedî helwesteke siyasî ne. Tu carî nikarin bibin partiyeke siyasî. Lê di vir de pirsgirêk ew e ku şêxên eşîran ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. Kesên eşîran ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Lê dema ku ev kes şiyar dibin an jî polîtîk dibin, guh nadin wan.
Tişta ku em li vir hewl didin bikin avakirina civakeke exlaqî û polîtîk e. Em têkiliyê bi kesên di nava eşîrê de datînin. Em wan hişyar dikin. Em dixwazin ku bi kêmanî di warê siyasî de nûnertiya wan hebe. Lêbelê, têkiliyên eşîrî ne bi vî rengî ne. Hûn dibînin, ew 3 bira ne; her yek li aliyekî ye. Ji van birayan yek li cem dewleta Tirk e, birayekî din li cem hikûmeta Şamê ye û birayekî din jî li cem me ye. Yanî ne xwediyê helwesteke siyasî û polîtîk in. Ew ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dixebitin. Li gorî berjewendiya xwe tevdigerin.
Weke mînak Newaf Beşîr heta niha çend alî guhertiye? Berê jî alîgirê rejîma Sûriyeyê bû. Paşê reviya cem dewleta Tirk û li cem wan cih girt. Ji wir reviya û hat Sûriyeyê. Paşê çû Îranê. Û niha jî hemû çalakiyên Şîeyan li wir dimeşîne. Ev mijareke balkêş e. Wan ev kirine tiştekî siyasî. Di vî warî de mirov nikare eşîran wekî avadaniyeke siyasî binirxînin. Bêguman hinek hêz wan bi kar tîne.
Em werin ser gel, gel di nav pergalekê de dijî. Gel girêdayî rêveberiya vir e. Pêdiviyên xwe ji kê distîne? Bêguman ji rêveberiyê. Girêdayî rêveberiya vir e. Jixwe tişta pêwist divê wisa be. Li gundê xwe û bajarê xwe rêveberiyekê hildibijêre û rêveberî jî pêdiviyên wan pêk tîne. Ev pergal bi vî awayî heta rêveberiya xweser didome. Gel di vî warî de ji wan cihê û dûr e.
Mînak îro hemû zarokên eşîra Egîdat di nava QSD’ê de ne. Heman tişt ji bo Bergariyan jî wisa ye. Lê yek radibe û dibêje; ez van tiştan qebûl nakim. Helbet gelê vir vê qebûl nake. Ne tenê ev her du eşîr, her wiha Şahdet û eşîrên din jî. Piraniya wan di nava QSD û Meclîsa Leşkerî de ne. Ji ber vê sedemê jî gel heta ku ji destê wan tê, ji wan kesên ku ji derve tên arastekirin û di nava sûcan de ne, dûr disekine.
Hewl tê dayîn weke serhildaneke li hemberî me bê nîşandan, lê tiştekî wisa nîne. Ger gel we qebûl neke, hûn nikarin li cihekî bimînin. Li wir piştgiriya gel heye. Mirovên li wir ronakbîr in. Ji propagandayên wisa bawer nakin û qebûl jî nakin. Gel bi me re ye. Hec El-Beşîr, kurê mamê Newaf Beşîr, kesekî pir navdar e. Ew kesê ku ji aliyê her kesî ve tê rêzgirtin û li kêleka gel e. Ev kes li gorî hesabên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê tevnegeriya. Malbata Hidil a ji eşîra Egîdat heye; bi heman awayî ye. Di nav wan de gelek zarokên mam û birayên wan bi me re tevdigerin. Jixwe zarokên wan di nava QSD'ê de cih digirin. Ew jî li wê derê di Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê de ne. Ji bo vê jî ev kesên ku bi derve re û bi dewleta Tirk re dixebitin, kesên tevlî sûcên tiryak û sûcên din bûne, wê gel wan qebûl neke û guh nede wan.
Dîsa bi taybetî dewleta Tirk hewl dide vê weke berteka gelê Ereb a li dijî QSD’ê nîşan bide. Lê gelo beşeke mezin a QSD'ê ne ji ciwanên Ereb pêk tê?
Dewleta Tirk a faşîst wê her cure dek û dolaban biceribîne, lê bi ser nakeve. Ev zarokên Ereb ên di nava QSD’ê de li dijî Serêkaniyê, Girê Spî û gelek herêmên din ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin şer dikin. Ji Dêrazorê hatin û li vir li dijî dewleta Tirk şer kirin. Helbet ji her netewe û eşîran kesên xwe difiroşin hene.
Kesên di nav Ehrar Şerqiye û Tehrîr Şam de cih digirin kî ne? Piraniya wan Ereb in. Ev kê qetil dikin? Gel qetil dikin. Dewleta Tirk berê van kesan didin gelê Kurd û êrîşî gelê Kurd dikin. Êrîşî Minbic, Til Temir û Girê Spî dikin. Kesên wiha ne tenê di nav Ereban de, di nav Kurdan de jî hene. Îro kesên ku bi pereyan li Efrînê bi cih bûne hene. Dewleta Tirk wan bi kar tîne. Ya ku em li Dêrazorê dixwazin ne ev e. Yên li Dêrazorê êrîş dikin çete ne. Jixwe dewleta Tirk li ku derê bixwaze wan dişîne wir. Ew şandin Azerbaycanê, Lîbya û Ermenistanê. Çi doza wan li vir hebû? Ji bo pereyan tên. Ev çeteyên bi pereyan kar dikin, dikarin herin her derê. Armanca wan tenê pere ye. Dewleta Tirk li Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî heman tiştî dike. Çawa ku dewleta Osmanî ‘Yenîçerî’ dişandin deveran û digot heta sê rojan çi bikin ew serbest in, îro dewleta Tirk jî heman tiştî dike. Dewleta Tirk nikare ji wan re bibêje çete. Ji bo ku van meşrû bide xuya kirin, divê ji wan re hincetekê peyda bike û li gorî xwe hinceta Kurd an jî PKK ava dike. Lê li Dêrazorê nikarin vî tiştî bikin. Ji ber ku ev heşt sal in em bi hev re dijîn. Pergaleke me bi hev re heye. Em derd û kulên xwe parve dikin û bi hev re çareyan peyda dikin.
Helwesta gelê herêmê çi ye? Li hemberî vê tevgerê çawa tevdigerin?
Pergaleke demokratîk a ku me li vir afirandiye heye û ev pergal di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de pêş dikeve. Ev proje li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş a gelan hatiye avakirin. Ev proje ne tiştekî nû ye ku nû hatî afirandin an jî vê dawiyê hatî pêşandan. Hem di warê teorîk û hem jî di warê fikrî de bi salan e têkoşîna vî tiştî tê dayîn. Dema ku wexta wê hat jî me hewl da em vî tiştî pêk bînin. Îro li xweşiya gelek kes û tevgeran naçe.
Hin tişt hene ku em xwe dispêrin wan. Bingeh birêxistinkirina gel û rêxistinbûn û pêşxistina civakê di çarçoveya exlaqî û polîtîk de bû. Îcar çima hevpeymaniya navdewletî xwest bi me re kar bike? Ji ber ku me gelê xwe bi rêxistin kir. Di encamê de me karî xwe biparêzin. Di vê rewşê de em çiqasî xwe birêxistin bikin em ê ewqasî bi hêz bibin û projeya xwe bi cih bînin. Ji ber vê yekê, heke tu xwe wekî kirdeyekê nîşan bike, wê teqez hinek kes bi te re hevkariyê bike yan jî yekîtiya hêzê ava bike. Wekî koalîsyona navneteweyî... Ev bi rastî jî mijara berjewendiyê ye. Berjewendiya wan şerê li dijî terorîstan e. Wan jî ji vê rewşê sûd wergirtin, me jî.
Civakek çiqasî rêxistinbûna xwe xurt bike û gelê xwe çiqasî polîtîk bibe, ewqasî xweparastina xwe xurt dike. Me xwest em wê xurt bikin û pêş bixin. Ev yek di nav civaka Kurd de heta radeyekê pêk hatiye. Her wiha em dixwazin di nava civaka Ereb û civakên din de pêş bixin. Helbet hê jî encama ku tê xwestin bi dest neketiye. Hinek tişt hîn jî kêm in. Heke îro hinek pirsgirêk derdikevin, ev jî nîşan dide ku hinek aliyên qels hene. Nexwe ked û hewldaneke mezin tê xwestin.
Ya rastî ev mijareke ferasetê ye. Çiqas ku em bikarin ferasetên xwe pêş bixin û veguherînin, wê encam jî xurtir bibe. Civaka me bi salan di nava sîstema BAAS û bi feraseteke şovenîst dihat birêvebirin. Hîn ferasetên şovenîst ên ku bi çareseriya leşkerî bawer dikin hene. Em ê vê biguherînin. Em behsa demokrasiyê dikin. Em behsa namûs û şerefa mirovan dikin. Em behsa jiyana bi hev re dikin. Mînak guhertina cihê jinê di civakê de her tişt di rêveberiyê de guhertiye.
Di roja me ya îro de yên herî zêde tevlî me dibin û pergala me dipejirînin jinên Ereb in. Ji ber ku di nava civaka xwe de yên herî zêde rastî zilmê tên. Di vê wateyê de pirsgirêka zihniyetê pratîk, dem û durustiyê dixwaze. Ez difikirim ku em ê serkeftinê bi dest bixin. Ji ber ku pêkanînên îro derdikevin holê vê yekê nîşan dide. Îro gelê Dêrazorê di van bûyerên dawî de behsa prensîban dikin, ne berjewendiyên xwe yên takekesî. Ji ber vê yekê encam bi dest ketine, lê pêwîstî hîn zêdetir pê heye.