Cenazeyê Şehîd El Mihemed hat veşartin
Xelkê Reqayê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Hisên Hesen El Miheme veşart û got ku wê li parastina destkeftiyên şoreşê dewam bike.
Xelkê Reqayê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Hisên Hesen El Miheme veşart û got ku wê li parastina destkeftiyên şoreşê dewam bike.
Şêniyên Reqa û gundewarên wê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî li goristana şehîdan a li gundikê Hikumiyê kom bûn û cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Hesen El Mihemed li goristanê veşart.
Di meresimê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Eyn Îsayê Ebdulhey El Hesen axivî û wiha got: "Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê sersaxiyê ji hevrê û malbata şehîd Hisên re dixwazin. Em soz didin gel û şêniyên xwe ku parastina şoreşa azadî û rûmetê bikin."
Bi pişt re li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê, Nûra El Ebid axivî û wiha got: "Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, dayik û hevjînên şehîdan em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Şehîdan di ber parastina welat de canê xwe da. Em soz didin ku heta serkeftinê li ser şopa wan bin."
Meresim bi xwendina wesîqeya şehîd bi dawî bû.