Dewleta Tirk li Racoyê kesek cara duyemîn revand
Teşkîlata îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê welatiyek ku berê jî revandibû, cara duyemîn revand.
Teşkîlata îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê welatiyek ku berê jî revandibû, cara duyemîn revand.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê teşkîlata îstixbarata Tirk MÎT’ê li navçeya Raco ya Efrînê welatiyê bi navê Esmet Mihemed cara 5’ê Îlonê revand ku berê hatibû revandin.
DI 8 MEHAN DE HERÎ KÊM 270 KES HATIN REVANDIN
Dewleta Tirk ji sala 2018’an û vir ve li Efrîna dagirkirî rejîmeke terorê ava kiriye. Li gorî Rêxistina Mafên Mırovan a Efrîn-Sûriyeyê dewleta Tirk û çeteyên wê di meha Tebaxê de 62 kes revandine ku 6 ji wan jin bûn. Hat diyarkirin ku yek ji jinên hatî revandin rastî desdirêjiya çeteyan hatiye.
Di navbera Meha Çile-Tîrmehê de jî herî kêm 208 kes hatin revandin. 17 hezar dar hatin birîn. Rêxistina Mafên Mirovan wiha qala sûcên sîstematîk ên dewleta Tirk kiribû: “Dewleta Tirk a dagirker li herêmê ji xeynî komkujî, revandina mirovan, şîdet, fîdye, desteserkirina mal û milkê gel, bi sûcên firotina kel û pelên desteserkirî û qirkirina xwezayê mafên mirovan binpê dike.”
DI 8 MEHAN DE BI DEHAN ZAROK HATIN QETILKIRIN
Di 8 mehên destpêkê yên salê de, li herêmên Efrîn û Şehbayê di encama teqînan de 15 zarok hatin qetilkirin û 16 zarok birîndar bûn, 4 zarok rastî destdirêjiyê hatin, 9 zarok hatin girtin, di encama êrîşa zayendî û êşkenceyê de zarokek hat qetilkirin, 6 ji wan birîndar bûn, yek jê pitik 8 zarok hatin revandin, 6 zarok jî di encama êrîşê de hatin qetilkirin.