Fermandar Bozan Berkel li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Şêniyên Kobanê bi merasîmeke girseyî Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Bozan Berkel spart axê, ku di encama êrîşeke bombeyî de şehîd bû.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Bozan Berkel ku bombe bi wesayita wî ve hate teqandin û şehîd bû, li Kobanê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji bo veşartina cenazeyê şehîd Bozan Berkel bi sedan kes ji xelkê herêma Firatê, her wiha nûnerên saziyên herêmê, malbatên şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê li hev kom bûn. Merasîma girseyî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Ji rêveberiya Kongreya Star a navçeya Qinê Sûad Şêx Demir li merasîmê axivî û diyar kir ku dagirker ji bo gelê herêmê qir bike, bi her rê û rêbazê êrîş dikin.

Sûad Şêx Demir diyar kir ku dewleta Tirk her tim xwestiye fitneyê bixe navbera neteweyên Kurd û Ereb, lê belê bi saya projeya neteweya demokratîk pêşî li vê planê hatiye girtin.

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Cadir jî anî ziman ku Bozan Berkel heta dawiyê ji bo civakeke azad, pir netewe têkoşiya, bû semboleke pêşeng û got, "Em ê têkoşîna xwe hîn bêhtir bilind bikin."

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh jî ragihand ku kes nikare îradeya wan bişikîne û diayr kir ku li ser şopa şehîdan ew ê timî têbikoşin.

Bi navê malbata şehîd Bozan Berkel, Nezîfa Xilo axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre jî li ber tilîliyên dayikan cenazeyê şehîd Bozan Berkel hate veşartin.