Hewldana êrîşa li ser Minbicê hate têkbirin: 5 çete hatin kuştin
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dema çeteyên girêdayî dewleta Tirk hewldan êrişê nuqteyên hêzên wan ên li gundên bakurê Minbicê bikin, hatin têkbirin û 5 çete hatin kuştin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dema çeteyên girêdayî dewleta Tirk hewldan êrişê nuqteyên hêzên wan ên li gundên bakurê Minbicê bikin, hatin têkbirin û 5 çete hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam(Cebhet El Nusra ya berê)” careke din hewl da êrişî nuqteyên meclisê li gundê Ereb Hesen ê li bakurê bajêr bikin.
Navendê diyar kir ku hêzên meclisê bersiva hewldana wan da, 5 çete kuştin û 11 çete jî birîndar bûn. Çeteyan çek û cebilxaneya xwe di cih de hiştin.
Ji dema QSD′ê di 27′ê Tebaxê de Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li Dêrazorê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ′ê, sûcdar û bazirganên hişbirê daye destpêkirin ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi tundî êrişên bejahî li dijî Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê pêk tînin.