Çeteyan careke din hewl dan xwe berdin nava gundên Minbicê
Dewleta Tirk a dagirker careke din hewl da xwe berde nava gundên li bakurrojavayê Minbicê. Şerekî giran qewimî.
Dewleta Tirk a dagirker careke din hewl da xwe berde nava gundên li bakurrojavayê Minbicê. Şerekî giran qewimî.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dewleta Tirk û çeteyên wê sibeha Yekşemê saet di 05:30'î de hewl dan xwe berdin nava gundên Dendeniye û siyade yên li bakurrojavayê Minbicê.
Hate ragihandin, şervanên Cebhet El Ekrad ên bi vê hewldana çeteyan hesiyan, bersiv dan çeteyan û şerekî giran destpê kir.
Li gorî agahiyan, di şer de gelek çete hatine kuştin.
Şeva Şemiyê jî çeteyan ji sê baskan ve ji bejahî êrîş biribûn ser gundê Korhiyokê yê li bakurrojavayê Minbicê.
Şervanên Cebhet El Ekrad û Lîwa Siwar Idlib bersiv dan çeteyan û 2 saetan şer qewimî.