Gundekî Şerayê bi giranî tê bombekirin

Gundekî navçeya Şera ya kantona Efrînê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hawan û obusan hate bombekirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker bi hawan û obusan bombe li gundê Şewarxa yê navçeya Şera a ya Efrînê barandiye.

Dewleta Tirk ku ji sala 2018'an û vir ve herêma Efrînê dagir kiriye, ji vê herêmê tim û tim êrîşan dibe ser navçeyên Şera û Şêrawa yên herêmê.

Ji baregehên dagirkeran ên li Efrîn û Ezazê pêr bi şev 80 topên hawanê û tankê li gundê Şewarxa ketin. Di êrîşan de xisar li mal û milkên gundiyan bû.