Serdana malbata Şehîd Berxwedan hate kirin
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata şehîd Şoreş Berxwedan re xwest.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata şehîd Şoreş Berxwedan re xwest.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo gerîlayê HPG′ê Nebî Ehmed (Şoreş Berxwedan) ê ku 31′ê Tebaxê li Wanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, konê sersaxiyê li ber mala wî ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê veda.
Şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên Ewlekariya Hundirîn herikîn bin kon û merasîmek hat lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtinê ji rêveberên Meclisa Şehîd Rûkan a taxa Eşrefiyê Rojda Menan got: "Têkoşerên me ji bo em bi azadî, aştî û demokrasî bijîn, canê xwe feda kir.′′
Rojda ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em layîqî fedakariyên şehîdên xwe bin. Divê em xeta wan bişopînin ta ku giyanê wan bi aramî razê."
Ji rêveberên Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo, Silêman Arif sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi hebûna lehengên mîna şehîd Şoreş wê ala me li ba be û wê dijmin li hemberî hêzên me têk biçe."
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd Şoreş Berxwedan hat xwendin û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.