ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 12'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Sibata 2019'an. -
NÛ BÛ-Li Stenbolê helîkopterek kete xwarê
Li Çekmekoy a Stenbolê helîkoptereke ya leşkerî ya Tirk kete xwarê. Walî Yerlîkaya anî ziman ku di qezayê de 4 leşker mirine. -
Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîdê li Taksîmê meşiyan
Parlementerên HDP’ê ligel astengkirinên polîsan jî, li hemberî tecrîda li Îmraliyê meşiyan. -
Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Demildest bikevin nava tevgerê
Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê eşkere kir. Platformê demildest banga ketina tevgerê kir. -
Înîsîyatîfa Gel a Amedê: Divê her der bibe qada berxwedanê
Înîsîyatîfa Gel a Amedê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku divê her der bibe qada berxwedanê. -
Li Payîzavayê buroya HDP’ê bi coş hate vekirin
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê bi çarçoveya xebatên hilbijartinê de, bi girseyî buroya hilbijartinê vekir. -
Li girtîgehên Egeyê mafên mirovan her roj tên binpêkirin
Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê ragihand ku li girtîgehên li Herêma Egeyê di nava salekê de 332 caran mafên mirovan hatine binpêkirin. -
Greva li Viyanayê di rojeva çapemeniya Ewûstûryayê de ye
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ev 10 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne. Çapemeniya Ewûstûryayê jî ciheke berfireh da çalakiya Sûltan û Yîgît. -
Meşa dirêj a enternasyonalîstan dest pê kir
Baskê Luksembûrgê yê meşên ber bi Strasboûrgê ve tên kirin dest pê kir. Meşvan wê 5 rojan bi 200 kîlometreyî bimeşin. -
Di bin rejîma otorîter de têkoşîna demokrasiyê
Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye bi navê ‘Di bin rejîma otorîter de têkoşîna demokrasiyê’ konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de geşedanên siyasî yê li Tirkiyeyê hatin nirxandin. -
Li Belçîkayê roja Çarşemê greva giştî pêk tê
Li Belçîkayê 13'ê Sibatê roja Çarşemê wê greva giştî pêk were. Ji rêyên hesinî heta ajokarên qemyonan grev wê bandorê li sektoran hemûyan bike. -
Hevserokên HDP'ê: Divê tecrîd bi dawî bibe!
Parlamenterên HDP'ê xwestin li Kolana Îstîklalê li dijî tecrîdê bimeşin, lê belê polîsan pêşî li wan girtin. Hevserokên HDP'ê diyar kirin ku divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û gotin, "Em ê tawîzê nedin." -
Peyama berxwedêrên Strasboûrgê ya ji bo meşê: Komploger têk çûne
Çalakgerên meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê dest bi beşa sêyemîn a çalakiya xwe kirin. Berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê peyamek ji meşvanan re şandin û çalakiya wan silav kirin. -
Li Torontoyê berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin
Kurdên li Torontoyê tecrîd protesto kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. -
Girtiyên berê yên ÎRA'yê: Gelê Kurd wê bi ser bikeve
Girtiyên berê yên ÎRA'yê û rêveberên Sînn Feînnê piştgirî dan gelê Kurd û berxwedêrên greva birçîbûnê. -
Dirûşma 'Leyla Guven ne bi tenê ye' li Marsîlyayê deng veda
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. -
Yûsûf Îba careke din rakirin nexweşxaneyê
Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî careke din giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê. -
Li Dortmûnd, Montpellîer û Brukselê bîranîna şehîdan
Armanc Goşkar û Şayan Cûdî li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, şervanên enternasyonalîst Baran Galîcîa û Kendal Breîzh li bajarê Montpellîer ê Fransayê û Çekdar Anter jî li paytexta Belçîka Brukselê hatin bîranîn. -
Kurdên li Îtalyayê wê 16'ê Sibatê li dijî komployê bimeşin
Kurdistaniyên li Îtalyayê, wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û bi daxwaza rakirina tecrîdê roja 16'ê Sibatê meşekê organîze bikin. -
Mayer: Divê em zarokên DAÎŞ'iyan bînin Elmanyayê
Hikumeta Elman a Federal, li pêşberî DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên bi saxî ketine destê YPG'ê nizane bê wê çi bike. Şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir Stephan Mayer got, divê tenê zarokên DAÎŞ'iyan bînin Elmanyayê. -
'Nabe ku karsazên Kurd li pêşberî pêvajoyê bêdeng bimînin'
Serokê Yekîtiya Karsazên Kurd li Fransayê (UEFK) Sûbaşi serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê kir û bang li karsazên Kurd kir ku li pêşberî pêvajoyê bêdeng nemînin. -
Di kongreyên NCDK'ê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
Li gelek bajarên Ewropayê kongreyên NCDK'ê pêk hatin û berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin silavkirin. -
Wekîlên li meşê: Divê em berxwedana li dijî tecrîdê mezin bikin
Parlamenterên HDP'ê Hezer û Aydogan ên tevlî meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê bûne, xwedî li berxwedana greva birçîbûnê derketin û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kirin. -
ROJEVA 11'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Sibata 2019'an. -
Meşa dirêj a li Swêdê di roja duyemîn de ye
Meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ku li paytexta Swêd Stockholmê dest pê kir di roja duyemîn de ye.