Wekîlên li meşê: Divê em berxwedana li dijî tecrîdê mezin bikin

Parlamenterên HDP'ê Hezer û Aydogan ên tevlî meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê bûne, xwedî li berxwedana greva birçîbûnê derketin û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kirin.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji grevên birçîbûnê re, Kurdistanî ji Baselê heta Strasboûrgê dimeşin. Parlamentera berê ya HDP'ê Tûgba Hezer û Parlamentera berê ya Amedê Nûrsel Aydogan ku tevlî meşa dirêj bûne, ji ANF'ê re axivîn.

HEZER: EGER EM DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN WÊ KOMPLO TÊK BIÇE

Hezer got, "Niha li gelek deveran berxwedan heye. Ev meşa ku li navenda Ewropayê pêk tê, careke din nîşan dide ku komploya navneteweyî negihaştiye armanca xwe" û wiha dewam kir: "Bi meşa îsal re em ji aliyekî ve dixwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe, ji aliyê din ve jî hewl didin daxwazên hevalên xwe yên di berxwedana greva birçîbûnê de ne bigihînin dinyayê."

Hezer diyar kir, tecrîd dewama komployê ye û got, "Ya ku bi komployê bi ser nexistin, niha dixwazin bi tecrîdê bi ser bixin. Lê belê berxwedanek li dijî tecrîdê heye û berxwedan roj bi roj mezin dibe. Bedena hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne roj bi roj bêhtir dihele. Ji bo bidawîbûna tecrîdê em naxwazin hevalên me jiyana xwe ji dest bidin, bi berxwedana xwe ya bi heybet em ê karibin berxwedana hevalên xwe tacîdar bikin û tecrîdê bikişînin. Ji ber vê yekê em dibêjin, li ku dibe bila bibe divê em rabin ser piyan û berxwedanê mezin bikin. Bi vî rengî em dikarin dawî li tecrîdê bînin. Dema me dawî li tecrîdê anîn, wê komplo jî bi temamî têk biçe. Ev yek di destê me de ye. Rewşa hevalên me yên di berxwedana greva birçîbûnê de ne krîtîk e, dem dema geşkirina berxwedanê ye."

AYDOGAN: EM BI BAWERIYA BI AZADIYÊ DIMEŞIN

Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya mezin a Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Aydogan got, "Ya ku bû sedem bi sedan mirov di vê sermayê de li hev bicivin û dest bi meşeke dirêj bikin, baweriya bi azadiya Birêz Ocalan e. Hem em meşvan, hem jî gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn baş zanin, ji bo çareseriya meseleya Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê pêwîstî bi Birêz Ocalan heye. Ji bo rakirina tecrîdê niha li her derê berxwedan heye. Em baş zanin ku heta Ocalan azad nebe, nepêkan e ku pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Ji ber vê yekê, mîna nîro wê çalakiyên me heta azadiya Birêz Ocalan bidomin."

'TECRÎD BI BERXWEDANÊ DIKARE BÊ ŞIKANDIN'

Aydogan diyar kir, armanceke din a meşê jî ew e ku bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê û got, "Em daxxwaza Leyla Guven û hevalên xwe yên din ên berxwedêr ku di nava berxwedaneke mezin de ne, didin bihîstin. Bila her kes zanibe ku hevalên me ji bo me li ber xwe didin. Divê em vê berxwedanê weke berxwedana xwe bibînin, mezintir bikin û xwedî lê derkevin. Hevalên me di greva birçîbûnê de ne, em jî li derve bi berxwedana xwe dikarin tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bikin."