ROJEVA 12'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Meşên Dirêj ên ji Mannheîm, Luksembûrg û Baselê ber bi Strasboûrgê ve wê werin şopandin.

- Leyla Guven 97 roj in di greva birçîbûnê de ye. Keça Guven Sabîha Temîzkan diyar kir ku dayika wê jê re gotiye, "Ez zanim ku daxwaza min di dilê bi milyonan mirovî de ye. Hêza xwe ji vê bawerî û mafdariyê digirim."

- Nûnerên saziyên baweriyên cuda yên tevlî meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê bûne diyar kirin, Ocalan nîşaneya biratiya bawerî û gelan e û gotin, ji bo bidawîbûna tecrîdê divê her kes li ber xwe bide.

- Fermandarê NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir, grevên birçîbûnê yêk ji çalakiyên herî bi rûmet e û got, "Ji bo çalakger, ev mirovên hêja û bi rûmet bi tenê neyên hiştin, divê gelê me guh bide wijdanê xwe û li ber xwe bide."

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, hevdîtinînên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo Sûriyeyeke Demokratîk taktîkî nîne, bi perspektîfeke stratejîk nêzîk dibin.

- Enternasyonalîstên ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê: Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina mirovahiyê ye.

- Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Rûksen berxwedana grevên birçîbûnê nirxand û got, "Leyla Guven û hevalên wê, komploya li dijî Rêbertî ti carî qebûl nekirin. Divê her kes zanibe, serketin wê bi berxwedanê bibe."