Yûsûf Îba careke din rakirin nexweşxaneyê

Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî careke din giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Yûsûf Îba ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Gelê Kurd a Torontoyê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî careke din giran bû û ew rakirin nexwşexaneyê.

Hate ragihandin ku bêhn li Yûsûf Îba diçike, sînga wî diêşe û dilê wî bi rêk û pêk lê nade.