Kurdên li Îtalyayê wê 16'ê Sibatê li dijî komployê bimeşin

Kurdistaniyên li Îtalyayê, wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û bi daxwaza rakirina tecrîdê roja 16'ê Sibatê meşekê organîze bikin.

Kurdistaniyên li Îtalyayê wê salvegera 20'î ya komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar bikin. Meş wê 16'ê Sibatê li Romayê pêk were.

Meş ji aliyê saziyên Kurdan û aktîvîstên Îtalyanî ve tê organîzekirin û wê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şermezarkirin.

Her wiha wê berxwedêrên greva birçîbûnê werin silavkirin.

Komîteya Kurdên li Romayê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku 16'ê Sibatê tevlî meşê bibin.