Dirûşma 'Leyla Guven ne bi tenê ye' li Marsîlyayê deng veda

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo balê bikişên ser daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, careke din daketin qadan. Girseya li Qada Canebîere li hev civiyan, posterên Leyla Guven û daxwazên çalakvanan rakirin û meşiyan.

Di meşê de jin û zarokan jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin. Çalakvanan li kolana herî qelebalix a Marsîlyayê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakvan, piştî rûniştinê car din bi dirûşmeyên, ‘Leyla Guven ne bi tenê ye’, ‘Bijî serok APO’ meşiyan’. Girseyê, piştî meşa saetekê gihaşt Bendergeha Vieux-Port cihê mîtîngê. Kurdistanî û dostên xwe li vir bi sirûda “Çerxa şoreşê” ji bo bîranîna şehîdên şoreşê rêz girtin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin.

Hevseroka CDK-F’ê Fevziye Erdemirci li vir axivî û komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. Erdemirci, bal kişand li ser çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven destpê kir û got, "Heke me karibûna xwedî li Serokê xwe derkevin û tecrîd şkênandibûya, wê îro ev çalakiyên greva birçîbûnê ya Leyla Guven pêşengiya wê dike, destpê nekiribûna. Ev çalakî ji bo me jî weke rexnedayînekê ye. Ji niha û pêde tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em hevalên xwe bi tenê nehêlin û bibin dengê wan, bi awayekî xurt xwedî li daxwazên wan derkevin."

Kemal Guler ê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk axivî jî peyama çalakgerên Strasbourgê parve kir û got, “Ez dixwazim heval hemû wê hêza xurt a vîn û baweriya wan bibînin. Rast e, hevalê Yuksel Koç pirsgirêkên tendirûstî û fîzîkî dijî lê belê moralê wî gelek bilind bû. Hevalên çalakvan, çalakiya xwe weke rexnedana li ber şehîdên pêvajoya Konfederalîzma Demokrarîk dinirxînin û li ber çavên me bang li me dikin.”

Siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî çalakvanên greva birçîbûnê silav kirin û got, “Em ê li her bajarî, li her derê wan biparêzin. Gelê me li ku derê be bila bibe divê xwedî li wan derkeve û çalakiyê mezin bike.”