'Nabe ku karsazên Kurd li pêşberî pêvajoyê bêdeng bimînin'

Serokê Yekîtiya Karsazên Kurd li Fransayê (UEFK) Sûbaşi serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê kir û bang li karsazên Kurd kir ku li pêşberî pêvajoyê bêdeng nemînin.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 17'ê Kanûnê li dijî tecrîdê dest pê kir, dewam dike. Karsazên kurd serdana çalakgeran kirin.

Serokê UEFK'ê Mehmet Sûbaşi tevî komek ji karsazan serdana çalakgeran kir. Sûbaşi di dema serdanê de axivî û got, "Têkoşîna Azadiyê ya Kurd 40 sal in dewam dike. Di nava vê pêvajoyê de, di rojên zor û zehmet de hin mirov pêşengiyê dikin û daxwaza azadiyê diqîrin."

Sûbaşi got, "Bi navê karsazên Kurd nabe ku em li pêşberî pêvajoyê bêdeng bin. Ji aliyê madî, manewî û ji her alî ve em piştgiriyê didin û em ê piştgiriyê bidin." Sûbaşi diyar kir, çalakgerên greva birçîbûnê bi biryardarî li ber xwe didin.

Sûbaşi destnîşan kir, divê her kes destekê bide berxwedanê û got, "Ev têkoşîna ku ji bo azadiya gelê Kurd tê dayin ji bo me hemûyan e. Hêza we ya aboriyê çi dibe bila bibe, eger welatekî we tine be, nasnameyeke we nebe, rêveberiyeke ku we temsîl dike tine be, wê rojekê her tişt ji destê we biçe."

Sûbaşi bang li gelê Kurd kir ku xwedî li berxwedanê derkeve û got, "Lewma şert û merc çi dibin bila bibin, divê em destekê bidin vê têkoşînê. Bang li gelê me dikim ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkeve ku bi pêşengiya Leyla Guven didomin."